Feleknas Uca: Divê dewlet peyamên Newrozê baş bixwîne
- 12:41 23 Adar 2018
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ucal Neworoza ku li Amedê hat pîrozkirin û bi sedhezaran kes tevli bûn nirxand û got ku divê dewlet peyamên ku di Newrozê de hatin dayîn baş bixwîne.
Pîrozbahiya Newroza Amedê bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin" bi coşeke mezin û bi tevlibûna sedhezaran pêk hat. Welatiyên ku ji çar hêlên bajêr di saetên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê beriya ku pîrozbahî dest pê bike qad tijî kirin. Bi sedhezaran kesên ku li gel lgerina li nokteyên kontirolê û gelek astengiyan li qadê kom bûn, bi dirûşm û bi coşa xwe pîrozbahî veguheranidin mîhrîcanê. Li qada ku bi sedhezaran kes lê kom bûn bênavber dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca ya ku pîrozbahiya Nwrozê ya li Amdê nirxand. Feleknasê got ku li gel hemû astengiyan bi milyonan kes li qadan gihîştin û anî ziman ku divê peyamên di Newrozê de hatin dayîn ji aliyê dewletê ve baş bên xwendin.
Li 49 navendan hat pîrozkirin
Feleknasê diyar kir ku li 49 navendan Newroz hat pîrozkirin û bi mîlyonan kes tevli pîrozbahiyê bûn. Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Amediyan sekneke ku li wan tê nîşan dan. Jixwe berî bi rojan li gelek taxên Amedê agirê Newrozê hat vêxistin û gel det bi pîrozbahiyê kir. Çawa ku di salên 90'î de qedexe hebû vê salê jî heman qedexe hebû. Çawa ku wê demê gel berisva van qedexeyan da vê carê jî heman bersîv da. Destûr nehat dayîn ku beriya 21'ê Adarê bê pîrozkirin lê gel qedexe nas nekir û berî 21'ê Adar agirê Newrozê li her de rê geş kir."
'Em ê dengê xwe bilind bikin'
Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Bi milyonan kesî derbarê Efrînê û Tecrîda li ser Rêber Apo li qadên Newrozê peyameke zelal dan. Li gel hemû astengiyan nikaribûn dengê gel kêm bikin. Li qadan dengê Kawayan li dijî Dehakan bilind bû. Divê kesên ku serweriya Tirkiyeyê dikin van peyaman baş bixwînin."