Dewsa ku hûn dest cilê jinê bidin jinê berê biparêzin
- 12:26 23 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berî mîhrîcana ku dê li Taylandê çê bibe, lixwekirina cilên jinê yê girtî derket pêş. Wekî hincet jî ji bo parastina jinê ya ji tacîz û tundiyê hat nîşandan. Li dijî vê yekê Serokê Tevgera Jin û Mêran a Pêşketî Jade Chaowilai bertek nîşan da û got ku dewsa mudaxaleya li dijî cilê jinê divê berê jin bê parastin.
Hukumeta Taylandê derbarê mîhrîcana Sala nû Ya Tayê ku dê di 13-15 Nîsanê de çê bibe anî ziman ku ji bo jin ji tundî û tacîzê biparêze divê cilên girtî li xwe bikin.
Li gor nûçeya Bangkok Post a Sputnikê, Serokê Tevgera Jin û Mêran a Pêşketî Jade Chaowilai bertek nîşanî vê yekê da û got ku ji bo jin ji tundî û tacîzê biparêze divê cilên girtî li xwe bikin. Jade bi vê gotinê piştgiriya 30 jinên ku berê di kêliya Songkranê hatibûn tacîzkirin jî, girt.