Arîna 5 salî ya di girtîgehê de: Xwestin me jehrî bikin
- 11:58 23 Adar 2018
- Rojane
BAYBURT - Hat hînbûn ku jinên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê ji ber ku xwestine Newrozê pîroz bikin, gardiyanan bi gaza îsotê û tipê agir mudaxaleyî wan kirine. Her wiha di encama êrîşa gardiyanan de Arîna 3 salî û Avestaya 5 salî jî birîndar bûne. Di hevdîtan telefonê de gotina Arînê ya "Xwestin me jehrî bikin" derûniya wê ya xirab raxist pêş çavan.
Jinên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê ji ber ku xwestin 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê pîroz bikin, rastî mudaxaleya peywirdarên girtîgehê hatin. Jinên ku li hewadariya girtîgehê qaxizên rojnameya vêxistin û xwestin Newrozê pîroz bikin ji aliyê gardiyanan ve bi tipê agir lêdan xwarin û ji ber gaza îsotê nerehet bûn. Di nav girtiyên ku bi gaza bîberê nerehet bûn û rakirin nexweşxaneyê Avestaya 5 salî û Arîn Mîrkana 3 salî jî hebû.
Jinên ku ji girtîgeha bi zextên xwe her dem dibe rojev û ceza lê naqede peyam şandin anîn ziman ku jinên girtî her dem ji aliyê rêveberiya girtîgehê tên tehdîdkirin û bi lêv kirin ku loma ew ji ber jiyana xwe bi fikar in.
Zarokên 3 û 5 salî jî hatine derbkirin!
Hat hînbûn ku di destpêkê de jandarmayê mudaxaleyî jinên ku xwestine Newrozê pîroz bikin, kiriye. Girtiyên ku li malbatên xwe geriyan û rewş ji wan diyar kirin anîn ziman ku gardiyanan gaza îsotê avêtine koguşan û di wê kêliyê de bi dehan jinên girtî bi tipên agir lêdan xwarine. Jinan anîn ziman ku di encama êrîşan de gelek jin rakirinin nexweşxaneyê. Her wiha jinên girtî anîn ziman ku zarokên 3 û 5 salî Arîn û Avesta jî ji ber êrîşên gardiyanan nerehet bûne û ew jî rakirine nexweşxaneyê. Dayika Vesîle bi rêya telefonê ji malbata xwe re diyar kiriye ku zarokên wan ji mirinê filitiye.
'Agirê Arîn û Avestayê hîn neketiye'
Xizmê Vesîleyê ku bi rêya telefonê agahî jê girt wiha got:"Dema ku cara nû ji min re bûyer rave kir min nexwest ku ez bawer bikim lê dema ku Arînê got "Xwestin me jehrî bikin, em di nav dûmanê de man" ez matmayî mam. Dema ku girtiyên birîndar birine nexweşxaneyê xebatkarên li nexweşxaneyê jî henekê xwe bi girtiyên birîndar kirine. Li gor agahiyan hîn agirê zarokan neketiye. Zarok dema ku serê sibehê hişyar bûne ji ber bandora êrîşên li wan hatiye kirin qêriyane. Niha li girtîgehê ewlehiya canê zarok û girtiyan tuneye. Divê rayeder demildest bikevin tevgerê."
Dê ji bo Arîn û Avestayê serîlêdana sûc bê kirin
Hat diyarkirin ku zarok piştî êrîşê hîn bi ser xwe de nehatine û hat hînbûn ku jineke ku navê wê nehatiye hînbûn rewşa wê giran e. Li gor agahiyên hat bidestxistin gelek girtiyên ku ji nexweşxaneyê hatine ew kirine hucreyan. Her wiha ji ber ku zarokên 3 û 5 salî Arîn û Avesta jî bi êrîşa gardiyanan rû bi rû mane dê serîlêdana sûc bê kirin.