'Me li qada Gundogduyê îradeya gel dît'
- 10:28 23 Adar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Semra Uzunok li ser pîrozbahiya Newrozê ya Qda Gundogduyê nirxandin kir û wiha got: "Me li Qada Gundogduyê îradeya ku li şerê li Rojhilata Navîn, tecrîdê, ferzkirina kincên yekreng li girtiyan, qirkirina xweza û jinê û l ihemû pirsgirêkan xwedî derdikev dît."
Newroz li Îzmîrê li gel hemû astangiyan bi coşeke mezin li Îzmîrê li Qada Gundogduyê hat pîrozkirin. Beriya 21'ê Adarê li Îzmîrê di navbera 15-20'ê Adarê de 70 kes hat binçavkirin. Herwiha di dema pîrozbahiya Newrozê 21'ê Adarê di dema derketin û ketina li qada pîrozbahiyê de jî ji 100 zêdetir kes hatin binçavkirin. Hejmara binçavkirinê piştî Newrozê derket 200 kesî.
'Tundî û zilm berxwedanê jî bi xwe re tîne'
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajrê Îzmîrê Semra Uzun Ok li ser pîrozbahiya Newrozê ya li bajêr nirxandin kir û ev tişt got: "Ji pitika 6 mehî bigirin heta kalê 78 salî gelek welatî hatin binçavkirin. Li gel van hemû astengiyan gelan hem li Îzmîrê û li gelek bajarên din bi hêza ku ji Kawayê Hesinkar girtin qadên Newrozê dagirtin. Ev tundî û zilma ku tê kirin berxwedanê jî bi xwe re tîne."
Semra anî ziman ku gel li qadên Nwrozê li îradeya xwe xwedî derketin û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Binçavkirinên li qadan ne li dijî mirovan bûn, hêrsa ku ji Kawayê Hesinkar hatibû girtin bû. Di eslê xwe de rengên kesk, sor û Zer ên Newrozê hatin binçavkirin. Me li Qada Gundogduyê îradeya ku li şerê li Rojhilata Navîn, tecrîdê, ferzkirina kincên yekreng li girtiyan, qirkirina xweza û jinê û l ihemû pirsgirêkan xwedî derdikev dît."