Girtîyên hatin sirgûnkirin bi îşkenceyê re rûbirû man

  • 09:12 23 Adar 2018
  • Rojane
MANÎSA - Dayika yek ji girtiyên ku ji Bandirmayê surgunî Manîsayê hatiye kirin Mehmet Çoku, Şukriye Çoku diyar kir ku girtî di hucreyê de tên girtin û di bin îşkenceyê de ne.
 
20 girtî ji Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Bandirmayê surgunî Girtîgeha Tîpa T ya Akhîsar a Manîsayê hatibûn kirin.  Surgun di 15’ê Adarê de pêk hatibû û hat hînbûn ku beyî agahiya malbat û parêzeran hatiye kirin û girtî hatine derbkirin.  Dayika yek ji girtiyên bi wesayîta rîngê hatin surgunkirin Mehmet Çoku, Şukriye Çoku, diyar kir ku piştî surgunan girtî kirine hucreyê.
 
‘Ev hefteyeke di hucreyê de ne’
 
Şukriye bi lêv kir ku kurê wê 13 sal cezayê girtîgehê girtiye û ev10 sale girtiye, di vê pêvajoyê de 4 caran hatiye surgunkirin û got: “Beyî agahiya me surgunkirin. Rêya girtiyekî din me ev agahî girt.  Hefteyek piştî surgunkirinê li min geriya.  Ji min re got ‘ev hefteyeke li wir îşkencê dibînin’ û got piştî telefonê jî ew xistine hucreya yek kesî.”
 
‘Em ê li ber xwe bidin’
 
Şukriyeyê destnîşan kir ku wê li dijî îşkenceyan berxwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemû girtîgehên nû ev tê jiyîn. Berê 5 girtî hatibûn surgunkirin. Niha bi çûyîna wan re bûn 25 heb. Lê girtîgeh ji bo 100 kesî ye. Her tişt ji me re negotin. Lê rastî pêkanînên din jî hatine.  Dema nû çûne rastî lêgerîna tazî hatine û ji ber li dijî vê derketine hatine derbkirin. Hefteya ewil hemû hatine îşkencekirin. Niha agahiya yekî ji yê din tune ye. Hemû  kirine hucreya yek kesî. Em niha nizanin çi ji wan dikin.”