Jinên Cizîrê: Dixwazin zarokên me fêrî tiryakê bikin
- 09:05 23 Adar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê li mizgeftekê ciwanek ku li milê wî derziya tiryakê hebû, mirî hatibû dîtin. Piştî vê jinan bang li her kesî kirin ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Jinan bi lêv kir ku bi taybet piştî qedexeyan tiştên wisa zêde derketine holê û wiha pê de çû: “Berovajî vê tu dibêje qey ji bo ev tişt belav bibin di hewldanan de ne. Destên xwe ji ser zarokên me bikşînin.”
Li Cizîrê ciwanek bi derziya tiryakê ya li milê wî mirî hatibû dîtin. Yusuf Dundar (18) du roj berê li destava mizgefta Bugday Pazarê ya Taxa Alîbey, ji aliyê welatiyan ve hat dîtin. Welatiyan agahî da polîsan û polîsan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê.
‘Çi bû di 3 salan de bû’
Piştî qedexeyan şûnde di demên tedbîrên ewlehiyê de bikaranîna tiryakê zêde bû, bûyerên dizî û tacîzê jî zêde bûn. Li dijî vê hêrsa gel jî zêde bû. Nebat Tetîk diyar kir ku çi bû di sê salan de bû û wiha pê de çû: “Berê me xwe di ewlehiyê de hîs dikir. Beriya qedexeyê me tiştên wisa nebihistîbû. Niha çi tiştên xerab hene derketine holê. Berovajî vê tu dibêje qey hewl didin ku ev tişt di nav ciwanan de zêde bibin. Destên xwe ji ser zarokên me bikşînin.”
‘Hemû karên qirêj li ber çavê polîsan çê dibin’
Emîne Acar jî daxuyakirin ku çima polîs li hemberî bikaranîna tiryakê bêdeng dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwanên me guneh in. Li vir hemû karên qirêj li ber çavên polîsan tên kirin. Lê kes mudaxale jî nake. Dema rewşek siyasî be polîs êrîşî ciwanan dikin. Lê dema dibe tiryak kes tiştekî nake.”
‘Bila malbat zarokên xwe bişopînin’
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Divê herî kêm 30 sal ceza bidin firoşkarên tiryakê. Lê wisa nakin. Du rojan digirin û piştre berdidin. Ji ber dewlet bi xwe dike. Bila malbat zarokên xwe bişopînin. Bila binêrin ka ciwan li şûna cigarê çi dikşînin.”
‘Wek şekir didin zarokan’
Guler Tunş jî bertek nîşanî bûyerê da û bertekên xwe wiha anî ziman: “Du wesayîtên zirxî di ber me re derbas bûn. Piştî ew derbas bûn wesayîtek sivîl hat. Ez wê demê bi telefonê diaxivîm. Wesayît hat li ber me sekinî. Şekir da kurê min. Min jî şekir ji destên kurê xwe girt û avêt. Ji ber yê di wesayîta sivîl de bû polîs bû. Gazî zarokekî din jî kir. Di destên wî de kîsikekî sipî hebû. Min nedît çi bû. Nîşanî min da û çavên xwe şikand. Min jî got ‘hûn alçax in’ û ez ji wir dûr ketim.”
Gulerê ciwanê ku tiryak bi kar aniye bi bîr xist û wiha got: “Li şûna şekiran madeyên ne diyar didin zarokan. Divê malbat baldar tevbigerin. Divê zarokên xwe hişyar bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li zarokên xwe derkevin.”