Ayşe Hiso: Li dijî faşîzma yekperest dê berxwedana Efrînê bidome

  • 09:02 23 Adar 2018
  • Rojane
Felek Mûsa 
 
EFRÎN - Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de anî ziman ku berxwedan ketiye qonaxek nû û dê gelê Kurd bi hêza jiyana hezar salan, bi hêza vîna Hesinkar Kawa têkoşîna xwe bidomînin.
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de bi lêv kir ku berxwedana serdemê dê bi pêngavên nû bidome û li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan têkoşîna gelê Kurd dê bibe bersiva herî xurt. 
 
Ayşe Hiso bal kişand ser ewlehiya sîvîlan û got:" Li dijî hemû çekên dewleta tirk ên giran gelê Efrînê berxwedanek bêhempa meşand. Gel heta dawî axa xwe terk nekir. Ewlehî û parastina gel ji bo em gelek girîng e. Me ji bo ewlehiya gel dest bi qonaxek nû ya serîhildanê kir." 
 
'Li hember çek û komkujiyan hêza gel bi ser ket'
 
Ayşe Hiso diyar kir ku artêşa dewleta tirk a hêza NATO'yê ji bêdengiya cîhanê hêz girt û wiha dewam kir:"Ji ber cîhan bêdeng ma dewleta tirk bi hemû çekên xwe yên pêşketî êrîşî gelê Efrînê kir û bû sedema kuştina gelek sîvîlî. Tevî hemû zext û zordestiyan li Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk li dijî çek û komkujiyan gel bi ser ket û bû sedema berxwedanek bêhempa."
 
'Têkoşîn temînata siberoja azad a gelan e'
 
Ayşeyê bal kişand ser têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û berdewam kir:"Hêzên YPJ/YPG û QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin da û bi ser ket. Lê îro dewleta tirk li dijî hêzên ku DAÎŞ têk bir şer dike. Ev bandorek neyînî li ser hemû jiyana cîhanê dike. Divê li dijî vê yekê cîhan bertekên zelal bide, çimkî DAÎŞ ji bo hemû cîhanê tehdîdek mezin bû. Em ê hem li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê hem jî li dijî hişmendiya desthilatdar a dewleta tirk têkoşîna xwe berdewam bikin. Çimkî têkoşîn temînata siberoja azad a gelan e."
 
'Efrîn hêviya siberojek azad e'
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de soza xwe ya li hemberî berxwedêran nû kir û got:"Berxwedana gel û şervanên me ya li Efrînê bû mînakek giranbiha. Em sozê didin berxwedêrên xwe û gelên xwe ku heta em Efrînê rizgar bikin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Berxwedan ketiye qonaxek nû û dê gelê Kurd bi hêza jiyana hezar salan, bi hêza vîna Hesinkar Kawa têkoşîna xwe bidomînin. Çimkî Efrîn hêviya siberojek azad e."