Li Şamê agirê Newrozê ji bo Efrînê hat pêxistin

  • 15:44 22 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEAYN - Li Şamê di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana Efrînê hat silavkirin û bang piştevaniya berxwedanê hat kirin.
 
Li payiktextê Sûriye Şamê bi dirûşma "Em ê li bi Ruhê Newrozê berxwedanê Mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin" li taxa Zorava pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Pîrozbahiya ku bi sirûda "Ey Raqîp" hat destpêkirin ji aliyê dayikan ve agirê Newrozê hat vêxistin. 
 
Piştî agirê ku hat vêxistin ji aliyê TEV - DEM, Kongreya Star, Meclisa Taxa Zorava, Malbatên Şehîdan ên Şamê  ve axaftin hatin kirin.
 
Di axaftinên ku hatin kirin de di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz li tevahiya gelê krud hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku 21'ê Adarê Newroz cejna hemû kesên ku li dijî zilm û serweriyê li ber xwe didin e.
 
Di axaftinan  de hat destnîşan kirin ku Neworza 2018'an bi ruhê berxwedana Efrînê hatiye pêşwazîkirin berxwedana gelê Efrînê hat silavkirin.
 
Herwiha di axafitnên ku hatin kirin de bêdengiya civakên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê jî hat şermezarkirin. 
 
Pişît axafitinan lîstika şanoyê ya Koma Şehîd serhat ku mijara wê Efrînê bû hat pêşandan.
 
Pîrozbahî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê"  bi dawî bû.