Komiteya Tendirustiyê: Doktora Enternasyonal Lêgerîn Çiya bi bîr anî

  • 13:59 22 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Şervana Enternasyonal a YPJ'ê Lêgerîn Çiya ya bi eslê xwe ji Arjantînê ye ji destpêka Şoreşa Rojava de li Rojava di qada tendirsutiyê de xebitî. Lêgerîn Çiya di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
 
Şervana Enternasyonal a YPJ'ê Lêgerîn Çiya ya bi eslê xwe ji Arjantînê ye ji destpêka Şoreşa Rojava de li Rojava di qada tendirsutiyê de xebitî. Lêgerîn Çiya di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Doktora Enternasyonal Lêgerîn çiya ji bo pêdiviyê birîndaran dema ku dixwest biçe Nexweşxaneya Hesekê di rê de qezaya trafîkê rû da û jiyana xwe ji dest da.
 
Komiteya Tendirustiyê ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî Doktor Lêgerîn bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha behsa têkoşîna Lêgerînê hat kirin:"Şehîd Lêgerîn Çiya jinek şoreşger bû û endama tevgera azadiyê bû. Bi zanebûnek enternasyonalîst ji bo azadiyê têkoşiya. Ji roja tevlîbûna xwe heta şehadeta xwe ji bo civakek zana û birêxistinkirî xebata xwe dimeşand. Li ser vî esasî di nav Şoreşa Rojava de cihê xwe girtibû. Weke Doktorek Enternasyonal a şoreşger ji bo tendirustiya Gelên Bakurê Sûriyeyê heta dawiyê xizmet kir. Bi enerjî û coşa xwe ya bêhempa ji bo hevalên xwe heta dawiyê dibû çavkaniya hêzeke azad. Şervana Lêgerîna heqîqetê Lêgerîn Çiya li ser axa pîroz ya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tevî nav kerwanên şehîdan bû." 
 
Di dawiya daxuyaniyê  de wiha hat gotin:"Em weke Komîteya Tendisrûstiyê ya Rojava li hember keda rêhevala me Lêgerîn bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin. Em soz didin hevala xwe Lêgerîn ku em ê ala wê her bilind bikin."