Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê
- 13:01 22 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran cara 740’emîn serî li serdozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarİca, Cengîz Çîçek û Fuat Coşacak ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 740 carin ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dan.
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ve heta niha 739 carin bi hincetên “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye”, “Koster di tamîrê deye” û “OHAL” hatin redkirin.