Ji bo Efrînê li Kobanê konê piştgiriyê hat vedan
- 10:03 22 Adar 2018
- Rojane
Hêvî Botan
KOBANÊ - Li Kobanê ji bo alîkariya koçberên Efrînê konê piştgiriyê hat vedan.
Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelê Efrînê neçar man ku koçber bibin. Koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, di aliyê tenduristî, derûnî û her wekî din tengezariyê dikişînin. Loma li her aliyê Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya koçberên Efrînê konê piştgiriyê hat vedan.
Li Kobanê ji bo alîkariya koçberên Efrînê ji aliyê Akademiya Civaka Demokratîk li Kobanê konê pişgiriyê hat vedan. Gelê Kobanê hem piştgiriya aborî hem jî ya derûnî dide gelê Efrînê.
Endama Akademiya Civaka Demokratîk Jiyan Ehmed di destpêkê de Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got:"Weke Akademiya Civaka Demokratîk me ji bo alîkariya Efrînê konê piştgiriyê veda. Em ê ji bo alîkariya gelê xwe çi ji destên me bê bike. Em ê nehêlin ku gelê me yê Efrînê mexdûr bibin."
Midya Elî ya ku alîkarî da konê alîkariyê di destpêkê de Newroza gelê Kurd pîroz kir û got:"Em ê wekî gelê Kurd heta ku ji me bê em ê piştgiriyê bidin hev û nehêlin ku dewleta tirk îradeya me ya azad bişkîne. Yên ku li Efrînê peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin dê bi ser nekevin. Banga min ew e ku hemû gelê cîhanê piştgiriyê bide gelê me yê Efrînê. "
Her wiha zarokên ku ji bo moral û alîkariyê bide gelê Efrînê hatibûn konê piştgiriyê gotin ku ew dixwazin bi awayekî azad û di nava aştiyê de bi zarokên ku ji Efrînê koç bûne bilîzin.