‘Wê têkoşîna me tu carî bi dawî nebe’

  • 09:55 22 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Jinên Bazara Jinan a Jiyanê ji bo mafên xwe biparêzin “Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Bazarvanên Rêzan a Amedê” vekirin. Seroka Komeleyê Guler Denîz anî ziman ku ji bo mafên xwe biparêzin û mafên wan bê dayîn komele vekirine. Gulerê bang li jinan kir ku xwedî li komeleyê derkevin
 
Şaredariya Rêzan a Amedê ya DBP'yî ji bo bê edaletiya li dijî jinê ji holê rake û mafê jinê biparêze beriya 5 salan li taxa Bagcilarê Bazara Jinan a Jiyanê vekiribû. Bazara jinan ku nêzî 200 jin lê dixebitîn, piştî ku Qeyûm Tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin biryar hatibû dayîn ku hefteyê rojekê dewrî  mêran bê kirin. Piştî ku hefteyê rojekê dewrê mêran hat kirin karê jinan baş derbas nebû û jin ketin zirarê. Piştre gelek jinan dev ji kar berdan û niha  nezî 85 jin di bazarê de dixebitin. Jinan li dijî vê neheqiyê ji xwe re “Komeleya Piştevanî û Alakariyê ya Bazarvanên Rêzan a Amedê” vekirin.
 
Seroka Komeleya Piştevanî û Alakariyê ya Bazarvanên Rêzan a Amedê Guler Denîz di serî de got ku dema bazar vebûye bi sê jinan dest bi xebatê kirine, piştre dem bi dem xebatkarên jin ên bazarê zêde bûne û wiha got: “Me wê demê berxwdaneke mezin da ji bo ku jin bên li vir bixebitin. Ji ber ku jin tim di hundir de bûn. Piştre jinan hat bi me re dest bi xebatê kirin û hejmara jinên xebatkar bû nêzî 200 kes. Em ji ber vî tiştî gelek kêfxweş bûn. Li bazarê aliyekî vekirî hebû yek jî ser girtî bû. Wê demê ji ber ku em li cihê girtî bûn qezenca me zêde nedibû û me dem bi dem zerar dikir. Piştre gelek jin mecbûr man ku dev ji kar berdin. Piştî ku me ji  şaredariyê destûr xwest ji bo ku li derve bazara xwe vebikin û destûr ji bo me hat dayîn û me li derve dezgehê xwe vekir karê me biçek baş bû. Lê niha karê me ber bi sekinandinê ve diçe. Ez nabêjim sedema wê krîza aborî an jî şer e. Sedema wê ya yekem ew e ku êdî mêr jî li bazara me dezgeh vedikin e. Ji ber vê jî karê me nîvî nîvî ket. Em di nava 5 salan de ew qas neketibûn bin deynan. Nêzî sê mehe rewşa me wiha ye.” 
  
‘Ji bo me jinan tu qanûn tune ye’
 
Guler di berdewama axaftina xwe de got ku qeyûmê ku şaredariyê rêve dibe bi pirojeyên ku pêş dixe dixwaze qada bazarê li jinan  bigire û wiha pê de çû: “Me bi qeyûm re nêzî 3 mehan pirsgirêk jiyan. Ji ber ku di bazara Bagcilarê de bazara me û ya mêran di heman cihî de ye. Vê yekê jî bandora neyînî li karê me kir. Em 85 jin li bazarê de dixebitin û ji bo me jinan tu derfet nehat dayîn. Em hetanî niha di bin banê şaredariyê de xebitîn û fermiyeta me nedidan. Mafê ku ji mêran re tê dayîn ji me re nayê dayîn û em vê rewşê bi sedan caran anî ziman. Em ê jî heta dawiyê li dijî hemû astengan berxwe bidin û mafên xwe biparêzin. Em dixwazin mafê ku ji mêran re tê dayîn bila bidin jinan jî.”
 
‘Ev komeleya me serbixwe ye’
 
Guler bi lêv kir ku ji ber mafên wan nayê dayîn û tê binpêkirin bi jinên bazarê re Komeleya Piştevanî û Alakariyê ya Bazarvanên Jin a Rêzan a Amedê vekirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev komeleya me  serbixwe ye û girêdayî tu cihî nîne. Ji ber ku me pirsgirêkan dijiya vê komeleyê vekir. Ji ber vê jî ji bo ku komeleya me di fermiyetê de bê qebûlkirin me serî li maqamên fermî da. Lê her carê em  hatin asteng kirin. Ji vê helwesta rayedaran jî em têgihîştin ku nexwazin cihê me jinan hebe. Di dema  vekirina komeleyê de me gelek zehmetî kişand. Lê ji bo ku em mafê xwe biparêzin me ev komele vekir. Em her roj nikarin biçin komeleyê. Ji ber ku em hefteyê 6 rojan di serê sibehê heta êvarê li derve ne û dixebitin. Lê belê her roj du jin di komeleyê de nobedê digirin. Her wiha wê jin êdî bikaribin ji bo di bazarê de bixebitin serî li komeleya me bidin. Em ji aliyekî  ve jî ji bo bazara xwe berfirehtir bikin projeyên cûda jî difikirin.”  
 
‘Qayûm protesto kir’
 
Guler di dirêjiya axaftina xwe de got ku wan niha komeleya xwe vekirine û niha jî pêşeroja xwe dinêrin û ev tişt got: “Me di 5’ê Adarê de komeleya xwe vekir û gelek kesî di warê vekirina komeleyê de alîkarî da me.  Ji vê rojê şûn de em ê li pêşeroja xwe binêrin ku em çawa pêş bikievin. Ji bo komeleyê em ê projeyên cuda derbixin. Her wiha me dema komeleya xwe vekir bang li Qayima Amadê jî kir. Lê ew nehat. Me dît ku qayim naxwaze jin li ser nigên xwe bisekinin. Piştre qayim di 7’ê Adarê de bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê hat ku ji me re gûl belav bike. Lê me jinan gûlên wî negirt û me ew şermezar kir.”
 
'Em ê heta dwiyê mafên xwe biparêzin'
 
Guler di dawiya axaftina xwe de got ku ji vê rojê şûnde wê zêdetir  bi karê xwe mijûl bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê têkoşîna me tu carî bi dawî nebe û em jin hetanê mafên xwe dest nexin nasekinin. Banga min ji jinan re we ku  jin li dijî zarodestiyan serî netewînin û heta dawiyç ji bo mefên xwe bi dest bixin têbikoşin. Her wiha em bang li jinan dikin ku xwe dil komeleya me vekiriye jî derbikevin.”