Jinên Bakurê Sûriyeyê: Newroza 2018'an cejna têkbirina faşîzmê ye
- 09:38 22 Adar 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Jinên Bakurê Sûriyeyê ku cihê xwe di nava pîrozbahiya Newroza Kobanê de girtibûn gotin: "Newroza 2018'an cejna berxwedan, têkoşîn û têkbirina faşîzma dewleta tirk û hevkarên wê ye."
Li Kantona Kobanê ku gel bi dirûşma 'Newroza Efrînê Newroza Gelan e' Newroz pîroz kir, jinên ku beşdarî Newrozê bûn anîn ziman ku Newroz cejna serîhildana li dijî zordariyê ye.
'Newroz cejna serhildana li dijî zordariyê ye'
Endama Rêveberiya sivîl a Demokraîtk a bajarê Minbicê Bahar Cûdî got ku tu kes nikare axa Kurdistanê dagir bike û wiha axivî: "Ji bo gelê Kurd Newroz roja azadiyê, berxwedanê û serhildanê ya li dijî zilm û zordariyê ye. Newroza vê salê tê wateya piştîdayina ji bo Efrînê. Gel di Newroza xwe de dibêjin ku Efrîn ne bi tenê ye, Efrîn dê bibe goristana dijimin. Îro bi saya şervanên me yên qehreman û bi fikir û felsefeya Rêber Apo em dibêjin wê tu carî dijmin bi axa Kurdistanê şad nebe. Îro bi saya wekheviya gelan û netewa demokratîk gelê Kurd tola xwe ji dijmin hiltîne."
Heta dawiyê berxwedan
Her wiha endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku lihevhatina gelên Bakurê Sûriyeyê di Newrozê de sembola sekeftinê ye û wiha axivî: "Îro kombûyîna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li Kobanê ji Dewleta Tirk re dide îsbatkirin ku tu kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne. Em îro dibêjin bi rihê berxwedana Efrînê em Newrozê pîroz dikin. Îro Efrîn bi îradeya xwe ya xurt li dijî dewleta tirk berxwe dide. Peyama me jî berxwedana heta dawî ye ev jî soza me ye ji bo tevahî şehîdan e."
Kes nikare îradeya gelê Kurd têk bibe
Şervana YPJ'ê Nûjîn Dêrîk Newroza 2018'an pîroz kir û wiha axivî: "Em weke şervanên YPJ'ê silavên xwe ji bo Gelê Efrînê û hemû gelên berxwedêr dişînin. Dewleta tirk li Efrînê peykerê Hesinkar Kawa hilweşand lê bi vê yekê ew ê tu carî negihêje armanca xwe. Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin û serî netewînin. Dê berxwedana Efrînê bi ser bikeve."