H. yê 17 salî ku di îşkenceyê de çavekî xwe winda kir, nayê dermankirin

  • 09:03 22 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê H.A yê di qedexeyên derketina derve de hat binçavkirin di bin îşkenceyê de çavekî xwe winda kir. H.A yê di çavekî wî yê din de jî parçeyê şarapnelê heye, ji ber nayê dermankirin, bi talûkeya ku wî jî winda bike re rû bi rû ye.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê di qedexeyên derketina derve de di 26’ê Gulana 2016’an de li taxên ku pevçûn berdewam dikir, 76 kes piştî hatin tahliyekirin şûnde hatibûn binçavkirin. 17 jê zarok 67 kes bi îşkenceyê îfadeya wan hatibû girtin û  derbarê wan de 19 meh şûnde îdianame hat amadekirin û cezayê muebeta giran hatibû xwestin. Kesên hatin binçavkirin û sê rojan di bin îşkenceyê de man, hîna şopên îşkenceyê li ser xwe dihewînin.
 
Dermankirin nayê qebûlkirin!
 
H.A dema hat binçavkirin 15 salî bû û ji ber îşkenceya dît çavekî xwe winda kir. H.A yê ewil birin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, piştre surgunê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê kirin.Piştî hat surgunkirin şûnde, H.A ji bo dermankirinê daxwazname nivîsî lê nehat qebûlkirin.
 
Çavên din jî derman nakin!
 
H.A di hevdîtina bi malbatê de diyar kir ku ji çavê xwe yê din ku parçeyê şarapnelê lê ketiye jî nerehet e û got ev du sal in ne ji çavê xwe û ne jî ji ber birînên di bedena wî de vebûne nehatiye dermankirin û got piştî îşkenceyê hemû bedena wî nêm girtiye. H.A bi lêv kir ku ji ber çav û birînên bedena wî ew tenê birine revîrê û got li revîrê jî tenê êşbir dane wî.
 
‘Dema nû hat girtin tiştekî wî tunebû’
 
Xizmên H.A destnîşan kir ku dema nû hatiye binçavkirin tu tiştekî wî tunebûye û wiha gotin: “Lê piştî binçavkirinê dema parêzerê xwe dîtibû rûyê wî nedihat naskirin. Te digot qey qedeh di çavên wî de bû. Ewqas werimîbû. Piştî îşkenceyê qet nehat dermankirin. Çavekî wî nabîne. Çavê wî yê din jî birîndar e. Tevî vê nabin nexweşxaneyê.”
 
Rûniştina duyem 10’ê Nîsanê de ye
 
H.A du sal şûnde bi 16 zarokî re di 9’ê Çileyê de derket rûniştina yekem. H.A yê bi muebeta giran tê darizandin, îfadeyên di bin îşkenceyê de dabû jî hemû şûnde kişand. H.A di 10’ê Nîsanê de ku rûniştina duyem dê pêk were, wê bikeve 17 saliya xwe.