ROJEVA 22'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 22 Adar 2018
- Rojev
*Aynur Duru ya hêviya xwe ji hilberîneriya tutun û mişmişan birî dest bi xwedîkirina mirîşkan kir.
*Li Nisêbînê H.A yê di qedexeyên derketina derve de hat binçavkirin di bin îşkenceyê de çavekî xwe winda kir. H.A yê di çavekî wî yê din de jî parçeyê şarapnelê heye, ji ber nayê dermankirin, bi talûkeya ku wî jî winda bike re rû bi rû ye.
*Li Liceyê gumanbarê êrîşa zayendî Mehmet Mansur K. tevî ku bi mudaxaleya welatiyên derdorê hat binçavkirin jî rojek şûnde ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Liceyê ve hat berdan. Dozgeriyê bi hinceta îfadeyên mêr ‘samîmî’ dîtiye serbest berda.
* Endama Lijneya Weşana Jin Tv Zeynep Erdem, diyar kir ku ew li dijî çapemeniya mêr a dixwazin jinan li gorî xwe bi teşe bikin, wê bibin qêrîna heqîqetê a jinan û got: “Jin ji bo ku odeyek aydê wan hebe, qadên aydê wan hebe, her tim têkoşiyan. Belê niha jî dema televîzyoneke aydê wan, hatiye.”
*Kedkara Çapemeniya Azad Tuba Akyilmaz bi nasnava Nûjiyan Erhan a di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesor a Şengalê di êrîşa dewleta AKP'ê û PDK’ê de birîndar bû û di 22’ê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da, salek di ser qetilkirina wê de derbas bû. Hevalên wê yên çapemeniya azad ku li Şengalê bi wê re xebitîn, hewl dan, biryar û serkeftina Nûjiyan Erhan vegotin. Hevalên wê wiha gotin: “Em wek hevalên Nûjiyanê, soz didin ku em ê di şopa wê de pêş de biçin. Ne tenê Şengal, zilm li ku hebe em ê li wir bin û dengê heqîqetê bilind bikin.
*Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê de bi hezaran kes ji ser axa xwe koç kirin û berê xwe dan cihên ewle. Jinên ku ji ber êrîşan li gundê Til Neseriyê bi cih bûn gotin:"Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike, Efrîn cihekî gelek bi ewle, aram û jiyanek hevpar li wir hebû. Lê niha me ji cih û warê me kirin û dest xistin ser malên me." BI DÎMEN
*Jinên Bazara Jinan a Jiyanê ji bo mafên xwe biparêzin “Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Bazarvanên Rêzan a Amedê” vekirin. Seroka Komeleyê Guler Denîz anî ziman ku ji bo mafên xwe biparêzin û mafên wan bê dayîn komele vekirine. Gulerê bang li jinan kir ku xwedî li komeleyê derkevin. DÎMEN HEYE