Ji Stebolê banga xwedîderketina li Efrînê hat kirin

  • 18:39 21 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan  Koçyîgît ya ku li Pazara Gel a li Bakirkoyê axivî wiha got: "Bi milyonan îro li Bakirkoyê gotin ku îroa roa piştgiriya bi Efrînê re ye. Wateya vê rojê ew e ku li gel hemû pêkanînên faşîzan bersiva herî girîng e. Dema ku hûn van qadan dadigrin faşît keseran hildidin."
 
Newroza Stenbolê ku li Bajara Gel a Bakirkoyê hat pîrozkirin bi govend û dîlanê berdewam kir. Piştî metnê hevpar ku hat xwendin Leyla bîrlîk derket ser dikê û ji gel re axivî.  Leyla wiha  got: "Ji dengê Tunç re, ji lîlandina Asya Yuksel re û ji Dayika Taybet re silav.  Em ji bo wan bang dikin. Em ji bo sekna azadiyê bank dikin û hun baş dizanin ku tu kes nikare li heberî lehengên me dengê xwe derbixe. Newroz pîroz be."
 
Leyla diyar kir ku dîrok xwe dubare dike û wiha got: "Warê zeytunan berxwedana azadiyê geş dike. Divê ku her ciwanekî me wekî Kawa be. Kawa rêhevalê Mazlum Dogan e.  Newroz roja nû ye. Em ê îro xwe bi yek kin. Di dîroka me de ne Seyît Riza ne, Mehmet Tunç û ne jî Şêx Saît serî netewandin li dijî dagirkeran. Azadî hêsan nayê bidetxistin lê em ê ji bo azadiya Abdullah Oclan li ber xwe bidin. Newroza we pîroz be." 
 
Piştî stranên Koma Vardar, peyamên parlamenterên HDP'ê yên girtî hatin xwendin. 
 
'Yên ku şer dixwazin wê têk biçin'
 
Piştre hevseroka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî û wiha got:  "Hûn hemû ji bo têkoşîna ked, demokrasî, azadi û aştiyê li vir in. Newroza we tevan pîroz be. Em di demek wisa de derbas dibin ku  talankirin, wêrankirin welatê me dişewitîne. Ji ber ku naxwazin dest ji wê koltixê berdin. Dixwazin pergala zilmê berdewam bikin. Sûriye, Libya û Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Lê çave wan têr nebû bêtir xwînê dixwazin. Yên îro zilmê û şer dixwazin, gelan û baweriyan tînin hemberî hev. Wan bi hev didin şikandin. Ji ber vê yekê bêtir berê xwe didin tundiyê û zilmê. Lê baş dizanin ku ev zilm û tundî dê dawiya wan jî bîne. Dema Şerê Sûriye dest pê kir, yên li dijî şer û desthilatdariyê derketin li efrînê kom bûn. Gelê Efrîne heta îro kevirek jî neavêtin Tirkiye. Tu zera wan negihiştin kesî. Lê AKP û MHP destê xwe dan hev û Efrîn ji bo xwe tehdît nîşan dan. Bi rastî tu gef tune bû. Tu pirsgirêka Tirkiye tune. Pirsgirêka pêşeroja MHP û AKP'ê heye. Ji ber vê yekê pêdiviya wan bi zilmê heye. Lê îro bi milyonan kawayên li vir kom bûne nabînin. Bi milyonan kesên li qadan kom bûn gotnin "Yên Efrîn dagir kirine îro dibêjni 'Em çûne wan xelas bikin. Em ne dagirker in'. Ger ku bi rastî wisa bûya dê bi sed hezaran Efrîniyan ew pêşwazî kiribûna. Lê yekî jî ew pêşwazî nikirin. Hêzên dagirker yên çûn wir li talanên gel xistin û hilweşandin."
 
'Piştî peyamê xwîn ne rijiya'
 
Gulîstan, ani ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de li Qada Newrozê ya Amedê peyama çareseriyê da û bi milyonan kurd ew erê kir û wiha got: Duh piştgirî dan KDP'ê îro KDP kirin teror. Lê pirsgirêk ne KDP, HDP, PYP û partiyên din in. Pirsgirêk zilm û zordariya wan e. Pirsgirêk serdestî û dagirkerî ye. Li Qada Newrozê ya Amedê peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan li Qada Amedê di peyamê de banga milyonan kir. Got em derbasî pêvajoya çareseriya demokratîk dibin. Koalisyona AKP MHP'ê ev pêvajo xera kirin. Piştî 2 sal şûnde dîsa pêvajo xera kirin û dîsa cenaze hatin. 2 salin cenaze tên. Çima Ji ber ku hin kesên doza koltixê dikin dîsa şer dixwazin. Ji ber ku zilmê dixwazin. Em dibêjin ev ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka hemû gelan e. Pirsgirêk bi şer û zilmê çareser nabe. Pirsgirêk bi modela aşti û demoratîk çareser dibe. 
 
Pîrozbahî bi govend û dîlanê bi dawî bû.