Her ku Berxwedan Geş dibe Newroz Xweş dibe
- 17:10 21 Adar 2018
- Rojane
Rûken Goman/Felek Musa
GIRKÊLEGÊ/QAMIŞLO - Jinên bajrê Girkêlegê û Qamişloyê ku bi rihê berxwedana Efîrnê tevlî Newrozê bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Tu kes nikare roja gelê Kurd tarî bike, Kawayê Hesinkar di dil û mêjiyê me de ye, wê berxwedana serdemê bi ser bikevê".
Jinên ku tevahî Newroza îsal a bi rihê Avesta û Barînan bûn, nerînên xwe bi ajansa me re JINNEWS parve kirin.
Her Newrozek serkeftinekê bi xwe re tîne
Jina bi navê Eyîtan Mihemed Cejna Newrozê li tevahî dayik û şervanên Efrînê pîroz kir û wiha got:" Her sal Newroz bi rengekî nû yê xemla berxwedanê tê pîrozkirin, lê wek îsal cûdabûnek xwe pir mezin heye, li aliyekî têkoşîn û li kêleka wê jî êşa gelê Efrînê. Baweriya me heye ku her Newrozek serkeftinekê bi xwe re tîne, wê Newroza îsal jî serkeftina Efrînê bi xwe re bîne. Ji ber tu dijmin nikare Newroza gelê kurd reş bike.
'Bi hezaran Kawayê Hesinkar hene'
Di berdewamiyê de Eyîtanê wiha got:" Çend rojan berî Newrozê li Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê peykerê Kawayê Hesinkar ê berxwedêr hilweşand. Lê bi vê yekê nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Em ê ji her demê bi hêztir bibin. Bi hezaran Kawayê Hesinkar hene. Her ku Berxwedan Geş bibe Newrozê xweş bibe."
'Destana tekoşîna Efrînê Newroza azadiya gelan e'
Jina bi navê Şikriya Alî wiha nêrînên xwe anî ziman:" Newroz li tevahî cîhanê pîroz be û bi taybet li berxwedana serdemê, li beramber zordarî û êrîşan hêzeke mezin têkoşîna xwe berdewam dike. Loma em Newroza xwe bi rihê berxwedanê pîroz bikin. Yên ku bi hemû rengên tund êrîşî sivîlan kir û komkujî pêk anî, dê têk biçin. Em nahêlin ku kes axa me dagir bike, serketfin a berwedana serdemê ye."
Jina bi navê Necah Gulo di derbarê Newroza 2018'an de wiha got: "Newroza 2018'an li tevahî gelê Kurdistanê, Berxwedana Serdemê û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikim. Newroza 2018'an bi rihê berxwedana serdemê tê pîrozkirin. Ev Newroz wê bibe Newroza serkeftinê wê bibe sedema rizgarkirina Rêber Apo û Serkeftina Efrînê."