Polîsan li Edeneyê êrîşî kesên ku çûn Newrozê kirin

  • 16:53 21 Adar 2018
  • Rojane
EDENE - Kesên ku piştî pîrozbahiya Newroza bi coş a Edeneyê belav bûn bi êrîşên polîsan rû bi rû man. Gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî Newroza Edeneyê ya ku bi hezaran kes beşdar bû, polîsan êrîşî gelê ku belav dibûn, kir. Jinên ku di destên wan de flamayên kesk, sor û zer hebû polîsa êrîşî wan kir. Polîsekî flamaya kesk, sor û zer şewitand û heqaret li gelê Kurd kir. 
 
Ciwanekî bertek nîşanî vê yekê da û bi dehan polîsan ew ciwan derb kir û kir binçavan. Polîsên yunus bi motosikletê ket nav girseyê, derb berdan û gel proveke kir. 
 
Polîsan girse heta navenda sûkê şopand û gelek kes kirin bin çavan.