Nerwroza Amedê bi şermezarkirina tecîrîdê bi dawî bû

  • 15:56 21 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Newroza Amedê piştî axafitinên ku ahtin kirin  bi çalakiya ciwanan a şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.  Ciwanên ku bi dirûşma "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê û "Em ê bi rberxwdanê bi ser kevin" ji qadê derketin bi êîrşa polîsan re rûbirû man û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Neworoza Amedê piştî axafitna Heseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku bi sitranan berdewam kir, piştre li ser navê Platforma Sûrê Buşra Cîzrelîoglu axivî û wiah got :"Îktîdarê ji bo xwe Sûr veguherandiye navenda rantê. Ev demek dirêj e ku em li dijî talana li Sûrê têkoşînê didin.  Em ê têkoşîna xwe hata dawîiyê bidomînin."
 
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hat kirin Ahmet Turk axivî û Newroza  gel pîroz kir. Ahmet wiha got: "Em îro di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Berê jî ev tişt hatibû kirin. Berê jî li Agirî, Dêrsim û li Helepçeyê gelê kurd di qirkirinê re hatibû derbaskirin. Lê gelê kurd dest ji berxweddana xwe berneda.  Vê carê jî delwta tirk êrîşî Efrînê kir .Kesên ku bi van êrîşan dixwazin serweriya xwe mayînde bikin ew ê têk biçin."
 
Rojnamegerek hat biçavkriin
 
Pişîtî axaftinên ku hatin kirin ciwan derketin ser sahnêî, êrîşên li ser gelê kurd şermezar kirin û dirûşimên "Bijî berxwedana Erînê", "Katîl AKP", "Katîl Erdogan"  "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin.  Piştre polîsê ku nikaribû herikîna gel a ser sahneyê asteng bike xwest ku wan bi derbkirinê binçav bike .Di vê navberê de nuçegîhanê Yenîgunê Ugur Çakil hat binçavkirin.
 
Ciwan hatin binçavkirin
 
Newroza bi dirûşmên ciwanan bi dawî bû. Piştî ku ciwan bi dirûşman ji qadê derketin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û gelek kes hatin binçavkirin.