Agirê Berxwedanê ku li Efrînê hat vêxistin li qada Newrozê gûr bû (4)

  • 15:20 21 Adar 2018
  • Rojane
Pervîn Buldan: Guleya Berdan gelê Efrînê li Amedê dane
 
AMED - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku li Newroza Amedê axivî bal kişan d ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û wiha got: "Her guleyek ku berdan li Efrînê dan di hemn demê de berdan gelê Amdê." Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji nû ve bê setpêkirin û evtişt got: "Wê ev hevdîtin tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî deriyên azadiyê vebike." Herwiha Pervînê got ku ew ê di Newroza 2019'an de govenda azadiyê bigrînin.
 
Pîrozbahiya Newroza Amedê bi hemû hêza xwe berdewam dike.  Piştî peyama siyastmedarên girtî ku hat xwendin  coşa Newrozê bi dirûşmên "Bijî Bexwedana Efrînê" hat berdewam kirin. Piştî stranên hunermend Xêro Abas ên bi coş, Serokê DDKD'ê Mehmet Veysî Akşar axivî û neworza gelê Amedê pîroz kir û wiha berdewam kir: "Kurdistan ku kirine 4 parçe divê ku yekitiya xwe demildest pêk bîne.  Wê gelê kurd dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernede. Em baş dizanin ku îro Şêx Saît û Qazî Mihemmed li me dinêrin û dibêjin ' Berxwedana Kurdistanê geş bikin û axa me nedin dagirkeran'. Em ê jî li gorî vê bangê tevbigerin û serê xwe netewînin."
 
'Em ê bi ruhê yekitiya neteweyî li dijî zulimkaran bisekinin'
 
Piştî mehemet Serokê HAK - PAR'ê yê Amedê Nevzat Karakeçecî axîvî û ev.  Nevzat got ku gelê krudistanê li 4 parçeyan bi xemgînî Newrozê pêşwazî dike. Nevzat diyar kir ku zulimkar hîn tênegihîştine ku gelê kurd serî natewîne û wiha berdewam kir: "Wê gelê kurd dest ji berxwedana xwe ya azadiyê bernede.  Êdî bes e. Em ji vir in û li  vir in. Divê êdî em bi ruhê yekitiya neteweyî li dijî zulimkaran bisekirin."
 
Piîtî Nevzat cîgirê  Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê  Nusreddîn Maçîn axivî û newroza gelê kurd û gelê Amedê pîroz kir. 
 
'Her guleyek ku li Efrînê hat berdan li vî gelî hatiye dayîn'
 
Piştî axaftinên serokên partiyên siyasî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî.  Pervîn di axaftina xwe de glê Amedê  û Efrînê silav kir û dest bi axafitna xwe kir.  Pervîn anî ziman ku gelê kurd tu carî dest ji  daxwaza xwe ya azadiyê bernedaye û got ku îktîdar Demîrcî Kawayan û ji Kemal Kurkut ê ku de ma dihat qadê qetilkirin tirsiya ye.  Pervîn got ku çi dibe bila bibe wê gel ji berxwedanê tawîzê nede  û wê bi ser keve. Pervîn ev tişt got: "Wekî gelê Robaskê , Cizîr, Sûr û Helepçeyê gelê Efrînê jî bi qirkirinê re rûbirûye. Êrîşên .Efrîn Aştî ye û em êrîşên dijî Efîrnê qebûl nakin.  Em dizanin ku wê gelê Efrînê di demeke kurt de vegere warê xwe." 
 
'Kesên ku daxwaza gelan a şatî û azadiyê ji nedîtî ve tên wê bi ser nekevin'
 
Buldan, ani ziman ku ev qad bû şahidê gelek Newrozan û wiha lê zêde kir: "Bû şahidê milyonan. Lê şahidiya herî mezin di 2013'an e bû. Ji ber ku di Newroza 2013'an de Peyama Birêz Ocalan hat xwendin û vê qadê şahidiya xwendina peyamê kir. Birêz Ocalan di 2013'an de ji bo gelê Amedê name şand û qala aştiyê dikir. Ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata navîn bahsa demorasî, biratî û aştiyê dikir. Digot êdî çek dê rawestin û diyalog û demokrasî bi axive. Birêz Ocalan 2 salin di bin tecrîd herî giran de dijî. Yên Ocalan tecrîd dikin diyalog, aştî, wekhevî, demokrasî red kirin. Lê ev qat îro nîşan dide ku gelê kurd tu cari dest ji van daxwazên xwe bernade. Em dîsa bang dikin. Li vî welatî kesên ku siyaseta demokratîk û aştiyê dikin we ew dîl girtin û xistin zindanan. Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken, Kişanak û hemû siyasetmedarên kurd yên aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk dixwazin we ew dîl girt û xist girtîgehan. Ji bo birêz Yuksekdag û Demîrtaş dîsa têkeve nava me em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. " 
 
'Kesên zordestiyê dikin wê negihîjin aramanca xwe'
 
Buldan bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê û wiha got: "Yên vî welatî bi koalîsyona MHP û AKP'ê bi rêve dibin, kurdan qebûl nakin vîna kurdan qebûl nakin. Dijmlinantiya kurdan dikin. Şer dixwazin. Li dijî vê polîtîkayê li vir milyon kes Amedî dîsa vîna xwe nîşan dan û gotin em dîsa livir in. Bila tu kes bê nevî nebîne. Bila her kes baş zanibe yên yekperestî, zilm û zordariyê bispêre gel, dê winda bikin. Koalîsyona  AKP MHP dê winda bike. Yên înkar û îmha dikin dersa ku em bidin wan sindoqên hilbijartinê ne. Ev hilbijartin dê bibe dîroka ku em wan ji vê axê bişînin. Têkoşîna me ya aştî, azadî, demokrasî û biratiyê dê her tem berdewam bike." 
 
'Em ê di Newroza 2019'an de govenda azadiyê bigirin'
 
Pervîn bang li kesên ku Tirkiyeyê rêvedibin kir û wiha got: "Ev welat bi zordestiyê nikare bê rêvbirin. Divê ku demildest poîtîkayên aştiyê bên pêşxistin. Pervîn di berdewamiya axafitina xwe de got ku divê bi ruhê 2013'an hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji nû ve dest pê bikin û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Wê ev hevdtin tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî deriyê azadiyê vebikin .Em ê di newaroza 2019'an de govenda azadiyê bigerînin û wê sala bê ji bo me bibe sala azadiyê."
 
Newroz bi muzîkê berdewam dike.