Newroza Nisêbînê ya bi heybet bi dawî bû
- 15:19 21 Adar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Newroza Nisêbînê ya ku 2 sal şûnde hat pîrozkirin û hemû kes li bendê bû bi tevlîbûna hezaran û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
Newroza Nisêbîna Mêrdînê ya ku li Parka Cegerxwîn bi tevlîbûna hezaran hat pîrozkirin bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" meş hat lidarxistin.
Di Newroza Nisêbînê de ev xal derketin pêş:
*Tevî hemû astengiyan gelên ku daketin qada Newrozê heta dawî qad terk nekirin.
*Li qada ku Newroz lê hat pîrozkirin bi gelek maşîneyên zirxî hat dorpêçkirin û qa tim ji hewayê hat şopandin.
*Li Qada Newrozê her tim dirûşmên "Her der Efrîn ê her der serhildan e", "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
*Li pîrozbahiya ku gel eleqeyek mezin nîşan da Dayikên Aştiyê gotin "Bila aştî were û xwîn nerije" û kevok firandin.
*Ciwanan govenda dirêj gerandin.
*Malbatên ku di serdema derketina derve de zarokên wan jiyana xwe ji dest dabûn, wan ji cihê xwe li qadê girtin.
*Ji derdora navçeyên din jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.