Gelên Bakurê Sûriyeyê bi rihê berxwedana serdemê Newrozê pîroz dikin
- 15:02 21 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran Gelê Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma" Berxwedana Efrînê Newroza Gelan e" berê xwe dan qadên ku hatine diyarkirin ji bo Newrozê Newroza xwe bi rihê berxwedana serdemê pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin didome.
Girkêlegê - Bi hezaran gelê Navçeya Girkêgelê û gundewarên wê Newroza xwe pîroz dikin.
Bi hezaran gelê navçeya Girkêlegê û gundewarên wê û tevahî Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û saziyên Civakî berê xwe dan Qada gundê Helêq a girêdayî navçeya Girkêlegê û Newroza xwe pîroz dikin.
Cihê Newrozê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û berxwedêrên azadiyê û yên berxwedana serdemê, her wiha alên YPJ/YPG'ê, Kongira star, TEV-DEM, PYD'ê hat xemilandin.
Agirê ku ji aliyê dayikên berxwedêran hat vêxistin geş dike û gel bi rihê berxwedana serdemê Newrozê pîroz dikin.
Kobanê- Gelê Kantona Kobanê û gundewarên wê Şahiya Newrozê ya ku dest pê kiribû berdewam dike.
Bi tevlîbûna bi hezaran gelê Kobanê, hemû Saziyên Civaka Sivîl û YPJ/YPG'ê Newroza ku li Miştenûrê dest pê kir didome. Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan \Barîn, Avêsta, , alên YPJ/YPG'ê, Kongira Star, TEV-DEM hat xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirin dest pê kir. Paşê jî dayîkên şehîdan agir pêxistin. Paşê axaftin bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û gelek saziyên din jî werin kirin.
Qamişlo - Bi hezaran gelê Bajarê Qamişlo û gundewarên wê Newrûza xwe bi rihê berxwedana serdemê pîroz kirin.
Niha bi hezaran gelê bajarê Qamişlo û gundewarên wê berê xwe dan qada Newrozê li gundê Hîmo û bi tevalîbûna tevahî sazî û dezehên rêvebiya xwe ser û civakî newroza xwe bi rihê berxwedanê pîroz kirin. qada newrozê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocelan, Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û şehîdên berxwedana serdemê , her wiha alên YPJ/YPG'e, TEV-DEM, Kongira Star, PYD'ê hat xemlandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê dayîkên Şehîda ve agirê Newrozê hat vêxistin, paşê axaftin dest pê kir.
Hesekê - Bi hezaran gelê bajarê Hesekê dest bi Newroza xwe kirin û hîn pîroz dikin.
Gelê Hesekê li Qada Sedê bi tevalîbûna tevahî sazî û dezgehan Newroza xwe pîroz dikin, qada Sedê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşerên berxwedana serdemê, her wiha alên YPJ/YPG'e Kongira Star û TEV-DEM'ê hat xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê malbatên berxwedêran agirê Newrozê vêxistin.
Her wiha niha li Bajarê Dêrikê, û Terbespiyê û naveçya Amûdê a kantona Qamişlo, li barjarê serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê a Kantona Hesekê herêma Cizîrê, li Girê Spî a Kantona Konanê bi hezaran gel Newroza xwe li qadên hatine diyar kirin ji bo Newrozê bi rihê berxwedana Efrînê pîroz dikin niha jî Newroza li tevahî Bakûrê Sûriyê dest pê kiribû bi coşeke mezin didome
Hêjayî gotinê ye ku li seranserî Bakûrê Sûriyeyê gel bi rihê berxwedena serdemê agirê Newrozê geş kir, her wiha bi hezaran hêzên Asayîşê û HPC'ê parastina gel û qadên Newrozê dikin ji serê sibehê ve.