Coşa Newroza Çukurovayê
- 14:39 21 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li çar bajarên Çukurovayê ligel hemû astengî û zextan gelên Kurd, Tirk Erep û yên din ji bo aştî, edalet û azadiyê herikîn qadên Newrozê û di qadan bertek li dijî êrîşên li ser Efrînê hatin dayîn û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin.
Bi sedan gel li Edeneyê berê xwe dan qada Newrozê û bertekên xwe nîşanî OHAL’ê dan. Lê gelê Edeyenê tu astengî nasnekirin û qada Newrozê tije kirin. Girseya ku di sê nokteyên lêgerîna polîsan re derbasî qadê dibin, ji ber flama, pankart û rengên kes, sor û zer bi polîsan re dem bi dem pirsgirêkan dijîn. Zarokek^eku flamaya kes, sor û zer li ser serê xwe pêça, ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin. Li qada Newrozê sirûda Îro Çerxa Şoreşê hat xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin. Li bendê ya ku Berdevkê HDP’ê Ayhan Bilgen axatinê bike.
Mêrsîn
Newroza Mêrsînê jî li qada Mîtînga Tirmil a navçeya Akdenîzê hat pîroz kirin û gel bi girseyî beşdarî Newrozê dibin. Ji 7 salî heya 70’î salî gel beşdarî Newrozê bûn, li qada Newrozê star hatin gotin û goveng hatin gerandin. Piştî Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Mîr Mehmet Dengîr Firah gel silav kir û Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Bedîa Ozgokçe ji bo axaftinê bike derket ser dikê.
Osmaniye
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyên Newroza Taxa Alî Dogan a Osmaniyê bûn û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî Newrozê bû. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî berê xwe dan qada Newrozê û qad reng bi reng kirin. Li qadên dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin. Bernameya Newrozê bi axaftina Ayhan Bîlgen berdawam dike.
Hatay
Li Hatayê jî gel li taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderunê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî Newrozê bûn û bi coş Newroz pîroz kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Serpîl Kemalbay û dayîka Ahmet Atakan ê di berxwedan Geziyê de jiyana xwe ji dest da jî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, dest bi pîrozbahiyê hat kirin.