Agirê Berxwedanê ku li Efrînê hat vêxistin li qada Newrozê gûr bû (3)

  • 14:09 21 Adar 2018
  • Rojane
Agirê Newrozê bi peyama Efrînê hat pêxistin: Bila Amd rola xwe bilîze
 
AMED - Li Amedê piştî ku peyama gelê Efrînê hat xwendin agairê Newrozê hat pêxistin. Di peyama gelê Efrînê de wiha hat gotin; "Em gelê berxwedêr ê Efrînê gelê berxwedêr ê Amdê silav dikin. Amed  paytext edivê rola xwe bilîze."
 
Reworoz Amedê ku bi sedhezaran kes tevli bûn, bi coşeke mezin hat destpêkirin. Gelê Amedê ku li dijî hemû astengiyan ji saetên serê sibehê de bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Qatil AKP" , "Bijî berxwdana Efrînê  "Bijî berxwedana zindanan" qad dagirtin.
 
Di nava kesên ku hatin pîrozbahiya Newrozê ku li protokolê cihê xwe girtin . Malbat Mehemet Tunç ê ku li Cizîrê di serdema îlankirina xwereêvbirinê de jiyana xwe ji dest da, Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln Mehmet Ocalan, Di serî de malabta Ferhat Kurtay malbatên Şervanên HPG, YJA Star, YPG, YPJ, YPS'ê ku jiyana xwe ji dest an jî cîhê xwe  girtin. Her wiha di protokolê de di protokolê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan,  Seroka EMEP'ê Selma Gurkan, Cîgira Seroka DBP'ê  Hacer Ozdemîr, ji tevgera Goran Kwestan Abdullah û Dr. Yousif Mohammed  Sadikq û gelek nûnerên partiyên siyasî li protokolê bûn. 
 
Newroz bi rêzgirtinê hat destpêkirin û li gel qedexey rengên kesk sor û zer gel qedexe nas nekir û bi rengê xwe ket qadê. Di çarçoveya bernameya ku berdewam kir de Newroz bi axaftina vekirinê hat destpêkirin û ji bo kesên ku di berxwedana azadiyê de li Efrînê û cihên cuda jiyana xwe ji det dan rêz hat girtin. 
 
Pişît rêzgirtinê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Berdan Newroza hemû gelê kurd û ya gelê berxwedêr ê kurd li Efrînê pîroz kir .Berdan peyama gelê Efrînê jî xwend. 
 
Peyama gelê Efrînê wiah ye: 
 
"Em wekî gelê Berxwedêr ê Efrînê gelê Amedê yê berxwedêr silav dikin. Em gelê kurd, ereb û tirkmen ên li Efrînê dijîn, bi salan in di nava aramî, aştî û wekheviyê de dijîn. Le em Newroza 2018'an di bin dagirkeriyê de derbas dikin. Dewleta Tirkiye di 20'ê çile de axa me dagir kir. Em wekî gelê li Efrînê dijîn xwediyê Efrînê yê rasteqîn û esîl in. Dewleta Tirkiye bi zorê em ji axa me derxistin. Niha jî dixwazin mirovên ne aydî vir li vir bi cih bike. Ev dagirkerî û êrîşa li dijî gelê Efrînê di heman demê de li dijî hemû gelê kurd e. Efrîn rastî êrîşa artêşa herî mezin a NATO hat. Gelê me li dijî artêşa mezin bi peqrewanî li ber xwe dan. Bi deh hezaran kurd neçar man koç bikin. Gelê Efrînê ne tenê li dijî artêşa Tirkiye li dijî gelek welatên navdewletî li ber xwe da û li ber xwedide. 
 
‘Em ê dagirkerên tirk ji ser axa xwe biqewirînin’
 
Ji bo em rûmet û axa xwe biparêzin heta dawî me li ber xwe da. Em li dijî hêzên ku dewletek bi tena serê xwe nikare bi wan re şer bike, li ber xwe didin. Bi piştgiriya hêzên navdewlete çeteyên OSO ketin axa me. Gelê me ji bo ewlehiyê tedbîrên xwe girt. Têkoşîna me didome. Têkoşîna me ket pêngavak nû. Bila dost û dijminê me baş zanibin heta ku em axa dîsa paşve bistînin em dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewa bikin. Artêşa dagirker yên ketin gundên Efrînê mal û milkê gel talan dikin û wêran dikin. Em dê heta dawî ji bo rûmet û axa xwe şer bikin. Em nasnameya xwa û azadiya xwe bi tu tuştî nadin guhertin. Bila fikara tu kesê tune be. Yên li pişt raberîn û berxwedana Efrînê cihê xwe girt em spasiyên xwe ji wan re pêşkêş dikin. Efrîn êdî ne tenê mala me ye. Mala hemû gelan û mirovahiyê ye. Kesên ji hemû bajarên Kurdistanê hatin û ji bo axa Efrînê şehîd bûn dê qet neyê ji bîr kirin. Efrîn bajarê hemû mirovahiyê ye. Dê tu carî nebe axa dagirkeran. Ji ber vê yekê tekoşîna me di merhaleya nû de ji nûve dest pê dike û bêtir pêdivî bi piştgiriyê heye. 
 
Divê Amed rola xwe bilîze
 
Divê êdî Amed rapola xwe ya dirokî bilîze. Divê hemû kesên alîgirê mirovahiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Efrînê. Ger ku em hemû biin yek em dê karibin dagirkeran ji ser axa xwe paqij bikin. Amed paştext e. Divê êdî rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Divê demek beri demekê rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Em bawer dikin ku em dê Newroza 2019'an di nava hevî û azadiyê de pîroz bikin. Dîrok dê ji aliyê gelê berxwedêr ve bê nivîsandin. Bijî Newroz, bijî tekoşîna me ya Azadiyê!”
 
Piştî peyama gelê Efrînê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" Agirê Newrozê hat pêxistin.