Li Kela Wanê coşa Newrozê berdewam dike
- 13:39 21 Adar 2018
- Rojane
WAN - Li quntarê Kela Wanê bi deh hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" Newrozê pîroz dikin.
Qada quntarê Kela Wanê ya dîrokî ya Newrozê bi deh hezaran tije bû. Herikandina gel a qada Newrozê bi coşeke mezin didome.
Gel guh nadin anonsê polîsan û li qada Newrozê ya Amedê bi berzkirina dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrin'ê" Newrozê bi coşeke mezin pîroz dike.
Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir Berdevkê Komiteya Tertîpê Bayram Kaval Newroza gel pîroz kir û got:"Gelê Kurd bi ahenga Newrozên ku bi hezar salan tê pîrozkirin diqêrin. Îro jî rojeke wiha ye. An azadî yan azadî."
Newroza Amedê bi stranên Hozan Fikret berdewam dike.