Bi gerandina govendê li Êlihê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
- 13:31 21 Adar 2018
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, bi deh hezaran li qada Newrozê kom bû û ciwanan mîna biwêja “Kurd difirin” hevdû bilindê esmanan kirin.
Li Êlihê, girseya bi deh hezaran di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê û Newroza xwe pîroz dikin. Qada Newrozê ya li Otogara Yani ya Êlihê bi deh hezaran tije bû û hîna jî gel diherin qadê. Berî bername destpê bike, bi deh hezaran govend gerandin û dirûşme berz kirin.
Jinan bi cil û bergên xwe yên herî qad xemilandin û Dayîkên Aştiyê bi armaca piştevaniya Efrînê çiklên darên zeytûnan kirin destên xwe û ketin qadê.
Ligel hemû êrîş û astengiyan, ciwanên Êlihê gav paşve ne avêtin û Newroza Êlihê bi coşa wan gerim dibe. Ciwanên bi coşek mezin di saetên serê sibê de qada Newrozê tije kirin, mîna biwêja “Kurd difirin” hevdû bilindê esmanan dikin.
Pîrozbahiyên qadê bê navber bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî serok Apo” berdewam dike.