Ji parlamenterên girtî peyam: Ev Newroza divê bibe destpêkek nû
- 13:30 21 Adar 2018
- Rojane
AMED - Parlamenter û nûnerên partiyê yên di girtîgehan de ji bo Newroza Amedê peyam şandin û gotin:"Ev Newroza ji bo yekîtiya Kurda ya neteweyî divê bibe destpêkek nû. Ev pêkan e, bes em bi hêza xwe zanibin."
Parlamenterên girtî ji bo Newroza Amedê peyam şandin û gotin:"Em vê Newrozê jî li zindanan pêşwazî dikin lê dilê me û hişê me li qadên Newrozê ye. Em ê jî bi rihê berxwedana Mazlum Dogan, Sema Yuce bi stranên xwe, govendên xwe û bi dirûşmên xwe beşdarî serîhildana Newrozê bibin."
Bi sed hezaran kes bi dirûşma "Em bi rihê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin" li qada Newroza Amedê hatin ba hev. Piştî ku agirê Newrozê hat vêxistin peyamên siyasetmedarên Kurd ên di zindanan de ne hat xwendin. Peyama Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Mehmet Aslan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata hat xwendin.
Peyama li ser navê hemû girtiyên ku hatine hilbijartin wiha bû:
"Agirê Newrozê yê ku li dijî zilma Dehakan, ji aliyê Hesinkar Kawa hat vêxistin, bi serîhildana gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn, geş dibe. Agirê Newrozê yê ku tê wateya serîhildanê dê tu caran venemire. Agirê ku gelê Efrînê li dijî zilmê vêxist hêviya gelê cîhanê mezin kir. Slav ji gelên ku ji bo rûmeta mirovatiyê serî hildide "
'Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê Newroz destpêk be'
Ev Newroza ji bo yekîtiya neteweyî ya gelên Kurdistanê divê bibe destpêk. Divê ev yekîtî li dijî komkujî û şerê ku li ser gelan tê ferzkirin bibe bersivek baş.
Kawayên Nûjen dê li dijî faşîzmê seri hildin
Kawayên Nûjen çi dibe bila bibe dê li dijî faşîzma AKP û MHP'ê serî hilde. Bi tecrîda ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin, siberoja gelên azad dikeve xeteriyê û polîtikayên teslîmiyetê li ser gel tê ferzkirin. Ji bo aştî û aramiyê divê tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê gel li dijî operasyonên dagirkeriyê yê AKP û MHP'ê bisekinin.
Em vê Newrozê jî li zindanan pêşwazî dikin lê dilê me û hişê me li qadên Newrozê ye. Em ê jî bi rihê berxwedana Mazlum Dogan, Sema Yuce bi stranên xwe, govendên xwe û bi dirûşmên xwe beşdarî serîhildana Newrozê bibin."
Piştî peyamê hunermend Xero Abbas derket ser dikê.