Agirê Berxwedanê ku li Efrînê hat vêxistin li qada Newrozê gûr bû (2)

  • 13:21 21 Adar 2018
  • Rojane
Bi hezaran li Newroza Amdê diqîrin: Biji Berxwedana Efrînê
 
AMED - Li Amedê bi tevlibûna bi hezaran  bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin'  Pîrozbahiya Newrozê hat destpêkirin. 
 
Li Amedê li gel şert û mercên Rewşa Awarte(OHAL) bi hezaran kes di saetên serê sibehê de bi dirûşma "Emê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin" berê xwe dan qada Newrozê û pîrozbahî hat destpêkirin  Newroza Amedê ku her sal ji bo bi hezaran kesî malovaniyê dike vê salê bi hezaran kes bi kincên xwe yên neteweyî li qadaên cuda kom bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin"  berz kirin.  Ji ber ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wesayit ji gel re dernexistin welatiyên Amedê bi derfetên xwe û bi wesayitên xwe yên şexsî berê xwe dan qada newrozê.
 
Malbata Ferhat Kurtaya û Mehmet Tunç jî li Newrozê ne
 
Di nava kesên ku hatin pîrozbahiya neworzê de mêvanên ku bi otobusna hatin qadê û li protokolê cihê xwe girtin .Di nava mêvanên ku hatin de malabta Mehemet Tunç ê ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln Mehmet Ocalan, Di serî de malabta Ferhat Kurtay malbatên Şervanên HPG, YJA Star, YPG, YPJ, YPS'ê ku jiyana xwe ji dest an jî cîhê xwe  li protokolê girtin. 
 
Protokol rengîn bû
 
Di protokolê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan,  Seroka EMEP'ê Selma Gurkan, Cîgira Seroka DBP'ê  Hacer Ozdemîr, ji tevgera Goran Kwestan Abdullah û Dr. Yousif Mohammed  Sadikq û gelek nûnerên partiyên siyasî li protokolê bûn. 
 
Axaftina vekirinê ji aliyê hevserokê HDP'ê yê bajarê Aamedê Mehmet Şerîf Camci ve hat kirin. Mehmet bal kişand ser  girîngiya Newrozê û got ku Neworz banga jiyana nû ye û çi  dibe bila bibe wê gelê kurd bi ser keve.
 
Piştî Mehmet Helîm Omerî derket ser dike û bi hezaran kesî li ber muzîkê govend girt.