Riha bi Newrozê bersîva Nemrut dide
- 12:26 21 Adar 2018
- Rojane
RIHA - Gelê Rihayê li dijî Nemrutên zilam bi dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” herikin qada Newrozê.
Gelê Rihayê yê xwedî dîrokek bi heybet a Hz. Îbrahîm ku li dijî Nemrut agirê berxwedanê geş kir, serê sibê bi berzkirina dirûşmên “Bîjî serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrîn” herikîn qada. Gel serê sibehê bi cilên xwe yên herêmî ket rê û ji taxa Paşabagi xwe gihand Qada Newrozê.
Rihayî di kontrola lêgerîna polîsan re derbas bûn û ketin qada Newrozê. Gelê Riha bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” berxwedana Efrînê silav kir. Pankartên bi zimanên cûda li qadê hatin daliqandin.
Welatiyên bi zarokên xwe re ketin qadê, di lêgerîna polîsan de alên HDP û DBP’ê jî dinavê de gelek sembolên din ji welatiyan girtin û dest danîn ser. Ligel hemû astengî û pêkanînên keyfî yên polîsan jî gel tawîz neda û bê navber dirûşmên Bijî serok Apo berz kirin û hezar silav ji Îmraliyê re gotin.
Li gorî bernameya Newrozê, li bendêye ku Parlamentera HDP’ê yê Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş wê bi axivin.