Li Geverê tevî hemû astengan gel diherikin Qada Newrozê
- 11:46 21 Adar 2018
- Rojane
COLEMERG - Newroza Geverê bi tevlîbûna deh hezaran dest pê kir. Li qada ku bi çoşeke mezin Newroz tê pîrozkirin gel tevî muzîkê govend gerandin.
Li Gevara Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Pîrozbahiya Newroza Geverê li stadyumê bi beşdarbûna deh hezaran serê sibehê dest pê kir.
Li qada Newrozê pankarta "Azadiya jinê azadiya civakiyê ye", "Newroz pîroz be" hat daliqandin. Jin bi fîstanên xwe yên rengo rengo û mêr jî bi şalik û şapikên ku li xwe kiribûn herikîn qada Newrozê. Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan, Dîlek Ocalan, Endamê Dîwanê yê KCD'ê Selim Sadak, Dayikên Aştiyê û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li qada Newrozê cihê xwe girtin.
Bi gerandandina govendê Newrozê dest pê kir û dê bi bername bi rêzgirtin, vêxistina agir, axaftin û bi muzîkê berdewam bike. Tevî dorpêçkirina polîsan hatina gel a qada Newrozê berdewam dike.