Nisêbînî piştî bi 2 salan li qada Newrozê ne

  • 11:41 21 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê li gel hemû neyîniyan piştî bi 2 salan li qada Newrozê kom bû.  Welatinyên ku berê xwe dan qadê bi dirûşma "Bijî Newroz" dikevin qadê.
 
Pîştî hemû  Neyîniyên ku li  navçeya Mêrdînê Nisêbînê hatin jiyîn bi 2 salan  wê agirê newrozê bê vêxistin.  Ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin, li Efrînê bi ser kevin" gel berê xwe da qda newrozê. Qda Newrozê; Parka Cegerxwîn ku wê Newroz lê bê pîrozkirin qad bi bariyerên polîsna hat dorpêçkirin û xwestin ku gel asteng bikin.
 
Gelê ku li gel tundiyê di ji saetên serê sibehê ve li dora qadê kom bu bi lîlandin û kincên xwe yên gelerî herikîn qadê.  Welatiyên Nisêbînê ku gotin ew 2 sal in li benda vê rojê ne, çûna xwe ya qada newrozê bi dirûşma "Bijî Newroz"  berdewam dikin.
 
Piştî ku bername dest pê bike wê Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ji gelê Nisêbînê re biaxive.