Bi deh hezaran gel ji bo Newrozê dihekin Kela Wanê
- 11:32 21 Adar 2018
- Rojane
WAN - Serê sibehê bi hezaran gel bi cilên xwe yên gelêrî ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qada Newrozê ya quntara Kela Wanê.
Li Wanê bi deh hezaran kes diherikin Qada Newrozê. Gelê ku diherikin qada Newrozê ji nû de dîrokê dinivîsin.
Serê sibehê bi deh hezaran gel ku hinek bi meşê, hinek bi wesayetên xwe ji bo Newrozê herikîn Kela Wanê ya Dîrokî û Parka Çandê ya Wanê. Girseya ku gihaşt qadan Newrozê bi def û zurneyê govend gerandin û herikandina ber bi Newrozê berdewam dike.
Qada Newrozê bi alên HDP-DBP'ê hat xemilandin û pankarta "Newroz pîroz be" û "Ji 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve, ji bo azadiyê em li qadan e" li ser dika Newrozê hat daliqandin.
Gelên Îranî ku ji bo betlanê hatibûn Wanê jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Hezar kes ji bo parastina Qada Newrozê peywirdar bû. Dê Newroza Wanê bi axaftinan û bi muzîkê bidome.