Bi hêviya agirê Newrozê Goristana Şehid Dicle ronî bû
- 09:50 21 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Gelê Kobanê bi munasebeta 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê li goristana Şehîd Dîcle mûm vexistin û berxwedêrên azadiyê bi bîr anîn.
Bi munasebeta 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê Saziyên Civaka Sîvîl, şervanên YPJ-YPG'ê û gelê Kobanê li ser Gora Şehîd Dicle mûm vêxistin û berxwedêrên azadiyê bi bîr anîn.
Ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê fermandarên YPJ-YPG'ê axivîn û gotin:"Em Newroza 2018'an bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê li Rêber Apo, li hemû berxwedêrên azadiyê û li gelê Kurd pîroz dikin. Em îro bi hêvî û têkoşîna berxwedêrên azadiyê agirê Newrozê pê dixin û soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên nîjadperestan didin. Serkeftin dê ya gelê Kurd ê berxwedêr be."
Piştî axaftinan li Goristana Şehîd Dicle mûm hat vêxistin.