Bi destê zarokan bigirin û hişyar bin

  • 08:35 21 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
“Dema şiyarbûnê ye.. êdî şiyar bin… Li dijî kesên hun razandine bêjin ‘Em ji xewa  hezar salî şiyar bûne’ û destê zarokan bigirin…An jî wê ev xeleka agir hemû cîhanê bigire û wê me hemûyan bişewitîne…Li dijî vî şerî rawestîn, ferza parastina hebûna xwe bi xwe ye.”
 
Tîjda Stêrk
 
“An tu yê li derveyî xelekê yan jî tu yê tê de cih bigirî..Ger tu tê de bî û serî li derve be çare nîne tu yê bêzar bibî...”Em di ku derê xeleka agir a Efrînê de xwe dibînin? Ev du meh in em tunebûna axekê temaşe dikin û çawa di qirkirinek hov re tên derbaskirin, em her yek şahidiya vê dikin. Dema mirov di navîna xelekê de cih bigirin mirov zêdetir dişewitin, divê em vê ji bîr nekin. Dema mirov li derveyî xelekê bin jî qîrîna zarokan tê şewitandin, ger we ker bike, wê demê hûn ê li hemberî hemû tiştên derdora xwe bêhestiyar bimînin. Tevî evqas komkujî, evqas qirkirin em hîna wijdan û ahlaqê xwe dikarin biparêzin. Werin em di xeleka ji agir de cih bigirin û bibin hevkarên berxwedana gelê Efrînê.
 
Emê rojnamegerên di berxwedana gelê bi rumet de cih digirin, kengî bibihîzin?
 
Rastiya şerê li Efrînê ewil bi çapemeniyê têk birin. Rastî wê rojekê derkevin holê. Li Efrînê li nexweşxana Avrîn xistin.  Sîvîlên li nexweşxaneyê û xebatkarên tenduristiyê jî hedef girtin. Li welatekî doktor, zarok, jin tên qetilkirin û çapemeniya alîgir jî manşetên wekê ‘Nexweşxana tê îdiakirin hat bombebarankirin’, ‘Bombebarankirina nexweşxaneyê hat derewandin’, ‘Nexweşxane hatibû valakirin’ avêtin. Ger ku ev derew bûn 47 sîvîl ku du heb jê jinên ducanî bûn çawa hatin qetilkirin. Gelo rojnamegerên bi rumet yên hewl didin qêrîna zarokan bidin bhistin çima nayên dîtin? Sedema wê jî gelek hêsan e. Dibêjin bila ew li cem gelê  berxwedêr cih negirin. Gelo me çiqas ev rojnameger bihistin.
 
Çapemeniya hewzê li Efîrnê hat çalkirin
 
Kê çiqas rojnamegerên ku zarokên di nav xwînê de mane nivîsandiye, bihist. An jî  ger ku me bihîstibe me çiqasî hîs kir?  Ew li dijî kesên naxwazin bibihîzin, bi qasî ku soz dane zarokên çav reş yên Efrînê wê binivîsin. Belê ji ber vê yekê dewleta Tirk li Efrînê têk çû…Têkçûn jî bi sernavên ‘li Efrînê şano’ serwîs kirin.  desthilatdariya li ser kar, li Efrînê winda kir. 
 
Destê zarokan bigirin…
 
Rojnamegerekî wêneyê toqeya zarokekê ya li ber nexweşxanê ketiye kişand.. lê wê zarok li dijî birînên li bedenên wan hatine vekirin, bi înat wê rojekê hesab ji we bipirsin. Belkî jî ji ber vê ye li Efrînê we evqas zarok qetil kirin- qetil dikin. Destê wan zarokan ji bo li qirika we nemîne destê wan bigirin, .Ew destên biçûk wisa xurtin ku mirovan bê bîhn dihêle. Gelo hun çawa radizin? Em nikarin razên. Rewa me reviya. Dema şiyarbûnê ye.. êdî şiyar bin… Li dijî kesên hun razandine bêjin ‘Em ji xewa  hesal salî şiyar bûne’ û destê zarokan ji skûra xwe bikin û destê wan bigirin…An jî wê ev xeleka agir hemû cîhanê bigire û wê me hemûyan bişewitîne…Li dijî vî şerî sekinîn, ferza parastina hebûna xwe bi xwe ye
 
Zarokno me efû nekin…
 
Gelên li Tirkiyeyê dijîn  dibêjin ‘zarokên Efrînê me efû bikin lê tiştek ji destê me nayê’ û xwe didin aliyekî. Zarokno li dijî vê bêdengiyê teqez ha teqez me efû nekin. Belkî jî,  ji ber zarokên Halepçeyê em efû kirin em îro li dijî heman komkujiyê bêdeng, ker û lalin. Ji ber wê me efû nekin.
 
Medya Doz qirkirina li Efrînê wiha vedibêje: 
 
“Ez ji kesên ku bi qasî me ev êş jiyane ditirsim. Ez ji çavên xwe yên ku ev hovîtî dîtiye ditirsim. Ez ji destên xwe yên dane bedena miriyan ditirsim. Ez ji hişê xwe yê tevlî xwînê bûye ditirsim.  Ez ne ji mirinê, ji jiyanê ditirsim.  Ger em sax bimînin, em tu kes piştî van dîmanan wê normal nebin. Cîhana ev êş û mirin li me rewa dît, ger hinek baqil be bila ji me bitirse. Ger mumkunbe bila hemû çavsorên cîhanê kom bibin û bên yên mayî jî bikujin. Lê em kesên  bûn şahidên vê hovîtiyê, ji vir şûnde bijîn jî tenê ji bo kesên êş ji me re rewa dîtin, tenê mirinê bifikirin. Wê tehemulê jiyankirina kesên mafê jiyanê neda me, nekin. Ez ji hucreya me ya sax maye ditirsim. Êdî jiyan bi tu awayî wek berê nîne. Ez ditirsim ku kesên îro dengê me nebihistin, emê jî sibê yê wan nebihîzin.”
 
Belê ev gotinên Medyayê ji bo her zarok û jinên kurd yên ev êş bi kûrahî hîs kiriye derbasdar in. Bitirsin ji her kurdê ku we sax hiştiye…Bitirsin ji ber em hesabê qirkirinê bi awayekî bipirsin.