Komîsyona LGBTÎ û TGS Jin: Ev rapor tenê destpêk e

  • 08:01 21 Adar 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Endama Komîsyona LGBTÎ û TGS Jin Gulfem Karataş  rapora ku newekheviya rojnamegerên jin, nîşan dide, nirxand û diyar kir ku ev rapor di alî xebatên komîsyonê de pêngavek yekem e û bang li hemû rojnamegerên jin kirin ku di komîsyonê de çalak bin.
 
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Jin û Komîsyona LGBTÎ derbarê binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin ku dema pîşeya xwe dikirin rast hatine de raporek weşandin. Di serî de pirsgirêkên jinên rojnameger ên ji aliyê hevpîşeyên xwe ve rastî şîdetê tên û pirsgirêkên din ên ji ber jintiya wan diqewime, di raporê de cih digire. Rapor di rayagiştî de jî bi berfirehî cih girt. Derbarê raporê de endama Komîsyona LGBTÎ û TGS Jin Gulfem Karataş  axivî.
 
Gulfemê bi lêv kir ku bi taybet rojnamegerên jin rastî neheqiyek mezin hatine, lê van neheqiyan naynin ziman. Gulfemê her wiha ji ber çanda piştevanî û rêxistinbûnê jî tune jin kêmasiyên mezin dijîn û wiha pê de çû: “Divê ewil em saziyên ku tê de dixebitin biguherin. Divê em li dijî mêrtiya li saziyan têbikoşin û ger em wisa bikin em ê li derve serkeftîtir bin.” 
 
Ji 10 rojnamegeran 6 heb rastî newekheviyê tê
 
Gulfemê bi lêv kir ku ji ber vê jî biryar dane ku raporekê amade bikin û got di anketa amade kirine de bi giştî 221 rojnameger tevlî bûne. Gulfemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Lê ji ber sîgorta û mevzuatên fermî jin nikarin biçin sendîkabûnê. Ji sedî 40’ê jinên tevlî anketê bûne di çapemeniya nivîskî de dixebitin ên din jî di çapemeniyê de dixebitin. Dema me anket amade kir ewil em ji ser şîdet û newekheviyê çûn. Li gorî îfadeya 221 jinî ji 10 jinan 6 heb rastî newekheviyê tên. Carek din derket holê ku rojnamegerên jin wek hevpîşeyên xwe yên mêr heqdest nagirin. Ji ber vê jin bi hêrsek mezintir dixebitin.”
 
Gulfemê destnîşan kir ku jin li malê jî mesaiyê dikin û got: “Ji ber dîtbariya fîzîkî jî rastî zextan tên. Ligel vê jin li gorî hevpîşeyên xwe kêmtir terfî dikin. Ji sedî 70’ê jinan dibêjin ber zayendê nikarin terfî bikin. Ev anket ji vir şûnde jî ji bo xebatên bên kirin perspektîfan pêşniyar dike. Em wek Komîsyona Jin û LGBTÎ wê xebatên xwe bidomînin. Ev rapor tenê pêngava ewil e. Komîsyon wê ji vir şûnde bi biryarek mezin bixebite.”