ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
- 08:00 21 Adar 2018
- Rojev
*Endama Komîsyona LGBTÎ û TGS Jin Gulfem Karataş rapora ku newekheviya rojnamegerên jin, nîşan dide, nirxand û diyar kir ku ev rapor di alî xebatên komîsyonê de pêngavek yekem e û bang li hemû rojnamegerên jin kirin ku di komîsyonê de çalak bin. BI DÎMEN
*Jinên astengdar, ji ber pêşdarazên civakî û qanûnên pêk nayên, zêdetir rastî binpêkirina mafan, tacîz û îstîsmarê tên. BI DÎMEN
*“An tu yê li derveyî xelekê yan jî tu yê tê de cih bigirî..Ger tu tê de bî û serî li derve be çare nîne tuyê bêzar bî...”Em di ku derê xeleka agir a Efrînê de xwe dibînin? Ev du meh in em tunebûna axekê temaşe dikin û çawa di qirkirinek hov de derbas dibe, em her yek şahidiya vê dikin. Dema mirov di navîna xelekê de cih bigirin mirov zêdetir dişewitin, divê em vê ji bîr nekin. Dema mirov li derveyî xelekê bin jî qêrîna zarokên tên şewitandin, ger we ker bike, wê demê hûn ê li hemberî hemû tiştên derdora xwe bêhestiyar bimînin. Tevî evqas komkujî, evqas qirkirin em hîna wijdan û ahlaqê xwe dikarin biparêzin. Werin em di xeleka ji agir de cih bigirin û bibin hevparê berxwedana gelê Efrînê. JI PÊNÛSA JINAN
*Êzidî gelek caran bi qirqirinên mezin rû bi rû mane. Herî dawî ketina DAÎŞ'ê ya Şengalê bû sedema qirkirin û koçeke mezin. Jinên Êzidî derbarê qirkirin, talan, koçberî û helandina ku bi salan e li ser wan tê ferzkirin bi lêv kirin ku tevî hemû zextan wan dev ji ax û welatê xwe bernedan û li dijî polîtîqayên qirkirin û tunekirinê serî hildan. BI DÎMEN
*Şervana YPJ'ê Zeyneb Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û berxwedana ku li dijî van êrîşana tê kirin diyar kir ku ew ê bi rihê jinên azad û şoreşger berxwedana serdemê ya Efrînê bidomînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. BI DÎMEN