CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir
- 17:12 20 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir. CPT'ê xwest Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di Nîsana 2016'an de Grava Îmraliyê ziyaret kir, tam piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir. CPT'ê xwest Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. CPT'ê, di raporê de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 5 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevditin bike û 18 mehin nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. CPT'ê di raporê de anî ziman ku girtiyên din ên bi Ocalan re di heman girtîgehê de dimînin jî tekiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin. Telefon jî di nav de tu hevdîtin nayê kirin. CPT'ê xwest ev rewş bi dawî bibe. CPT da zanin ku di şertên girtiyan de pêşketinek hebû, lê di aliyê ragihandine de xera bûye. CPT, herî dawî xwest bi Ocalan re herî kêm mehê 2 caran mafê telefonê yê bi malbat û parêzeran re pêk bîne.
CPT, ev rapor û bersiva Tirkiye, li ser daxwaza maqamên Tirk, bi raya giştî re hatiye parvekirin. Balkêşe aşkerekirina raporê piştî erîşên li ser Efrînê bi raya gişti re hat parvekirin.