Efrîniyên vedigerin malên xwe tên binçavkirin
- 14:15 20 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike. TSK ciwanên Efrînê yên binçav dike, ji wan re dibên “An hûn ê beşdarî OSO'yê bibin an jî em ê we bixin girtîgehê.” Ev gefa TSK’ê di wêneyan de jî xuya dike.
Piştî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK ) û komên hevkarên wê OSO ketin Efrînê, bi dagirkirin û talan kirina bajêr û malên sivîlan di çapemeniya navneteweyî de hîna jî cihê xwe digre. Binçavkirina ciwanên Efrînê yên dixwazin vegerin malên xwe û yên di bajêr de mayîn wêneyên wan hat kişandin.
TSK û OSO’yan wêneyên ciwanên Efrînê yên binçavkirin, destê wan paşve û çavên wan girê dayîn di hesabên xwe yên tora civakî de parve kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, TSK’ê ciwanên Efrînî yên binçav kirin, li wan ferz dike ku beşdarî OSO bibin û ciwanên vê yekê qebûl nakin gefa kirina girtîgehên Ezaz û yên Tirkiyeyê li wan dixwin.
Bi dehan ciwan ên hatine binçavkirin, rastî van gefan tên û tên îşkence kirin.
Li gor agahiyên herêmê tînin ziman ku gelê dixwazin biçin Efrînê wiha tên binçavkirin.