Kongreya Star: Em ê bi rihê berxwedanê qadên Newrozê tije bikin
- 13:30 20 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî Newroz pîroz kir û got:"Em ê Newrozê bi rihê berxwedana serdemê û berxwedêrên azadiyê pîroz bikin û qadên Newrozê tije bikin."
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li Qamişloyê bi daxuyaniyek nivîskî 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û ragihand ku ew ê li hemberî sîstema desthilatdar û baviksalarî têkoşîna azadiyê bilind bikin û bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê û berxwedêrên azadiyê biherikin qadên Newrozê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bi vîna xurt a Kawayê Hemdem û Mazlûm Dogan dê agirê Newrozê bê geşkirin û li qadên Newrozê dirûşmên berxwedanê bên berzkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê berxwedana Efrînê bi berzkirina dirûşmên azadiyê bi ser bikeve.
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.