Heyva Sor a Kurd birînên koçberên Efrînê derman dike

  • 11:50 20 Adar 2018
  • Rojane
Ronîda hacî
 
TILTEMIR - Heyva Sor a Kurd serdana koçberên Efrînê kir û derman li nexweşan belav kir.
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelek sîvîlên li Efrînê derbasî cihê ewle bûbûn. Her wiha 12 malbatên Efrînê li Gundê Til Nesriyê bi cih bûn. Heyva Sor a Kurd serdana koçberên li gund hatine bicihkirin kir û birînên wan derman kir, her wiha derman li koçberan hat belavkirin. 
 
Li gor agahiyên Endamê Rêveberiya Meclîsa Tendirustiyê Hesen Emîn dê Heyva Sor a Kurd navendek lezgîn li gundê ku koçber lê bi cih bûne bike. 
 
Endama Heyva Sor a Kurd Hîba Şêxmûs diyar kir ku ew ê ji bo koçberên Efrînê xebatên xwe bidomîn û piştigiriya xwe li ser esasên girîngiya tenduristiyê bidomînin.