Tevî nûçegîhana me gelek kes hatin binçavkirin
- 11:08 20 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berî Newroza ku dê sibehê bê pîrozkirin li Enqere, Stenbol û li Mêrdînê tevî nûçegîhana me Duygu Erol gelek kes hatin binçavkirin.
Di encama operasyona hemdem a serdegirtina malan de li Enqere, Stenbol û Mêrdînê serê sibehê gelek kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hat binçavkirin de nûçegîhana me Duygo Erol jî heye. Li Enqereyê serê sibehê bi hinceta "Parvekirinên li ser medyaya civakî û dê tevliheviyê çêkin" gelek kes serê sibehê hatin binçavkirin. Li gor agahiyên ku hat bidestxistin Rêveberê HDP'ê Sulhattin Deger, Mine Metin û Lokman ê ku paşnavê wî nehat hînbûn, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selami Aslan hat binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku polîsan bi ser mala Rêveberê Enqereyê yê HDP'ê Celal Demir de jî girtiye lê ji ber ku ne li malê bû, nehatiye binçavkirin.
Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
Berî Newrozê li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Muduriyeta Emniyeta Stenbolê (TEM).
Kesên ku hatin binçavkirin 3 jê navên wan wiha ye: Şervan Emektar, Yakup Ozdemir, Cihan Ozçelikoglu.
Li Mêrdînê jî ser malan de girtin
Di encama serdegirtina malan a navçe û navenda Mêrdînê de gelek kes hatin binçavkirin. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin; Di encama serdegirtina gundê Barmana Stewrê Encumena Şaredariya Stewrê Gulbahar Soygit û Osman Aksoy hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Gulbahar Soygit û Osman Aksoy nehat hînbûn û ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Hat hînbûn ku li tevahiya Mêrdînê binçavkirin didome.
Hat diyarkirin ku dibe li çar bajaran binçavkirin zêde bibe.