NY: Li Efrînê gelek kesî jiyana xwe ji dest da

  • 11:07 20 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'yê, diyar kir ku di encama êrîşên deweta tirk û çeteyên wê de gelek kesî li Efrînê jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî bi koçberiyê re rûbirû hat hiştin.
 
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê  Neteweyên Yekbûyî (NY)  Zeyd Raad El Huseyîn, Derbarê sivîlên ku di encma  êrşên deweta tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek kesî di encma van êrîşan de jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Zeyd di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Li Efrîna ku duh ji aliyê hêzên tirk ve hat dagirkirin, di encma êrîşên hewayî, operasyonên bejahî û ji ber teqîna teqemeniyan gelek kes hatin kuştin û hatin birîndarkirin û bi hezaran kes bi koçberiyê re rûbirû hat hiştin." 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li bajarê Efrînê ji 50 hezarî zêdetir sivîl hene û ev tişt hat gotin: "Li gorî agahiyên tîma me li bajarê ku ji 50 hezarî zêdetir sivîl lê hene nexweşxaneyek tenê heye û ew jî ji ber ku zerar dîtiye nayê bikaranîn.  Her woha li bajêr pisgirêka ava vexwarinê jî heye."