Jinên Kobanê: Newroz serîhildana gelê Kurd e
- 09:10 19 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê de diyar kirin ku Newroz serîhildana gelê Kurd e û dê di vê Newroza îsal de bi têkoşînêk mezintir gelê Kurd agirê Newrozê geş bike.
Jinên Kobanê anîn ziman ku îsal di 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê de dê agirê Newrozê bi ken, têkoşîn û tililiyên jinên Kurd geş bibe û dê berxwedan a gelê Kurd be.
Fatme Ebdu di destpêkê de Newroz li hemû gelê Kurd pîroz kir û got:"Newroz nîşana têkoşîn û serkeftina gelê Kurd e. Em ê jî wekî jinên Kobanê vê mîrateya têkoşer Hesinkar Kawa hilgirin û bidin jiyandin."
Stêrvan Bozan bi lêv kir ku Newroz ji bo wan roja vejînê û diyariya herî bi rûmet e û ew ê vê diyariyê heta dawî bi geşkirina agirê Newrozê biparêzin.
Dayika bi navê Hesîna Kino Elo jî da zanîn ku wan berê agirê Newrozê bi dizî pêdixistin lê niha bi aweyekî azad ew pêdixin û anî ziman ku ev yek ji bi saya berxwedana gelê Kurd hat kirin.
Hesînayê soza şopandina jinên ku bi agirê Newrozê deng li cîhanê vedane, da û got hêviyên me dê bi gurbûna agirê Newrozê mezintir bibe.