'Em ê daxwazên xwe bînin ziman'
- 09:08 20 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Mahabat Akin der barê bernameyên 25’ê mijdarê yên wê pêk bînin de axivî. Mahabat Akin diyar kir ku ji her demê zêdetir zext hene û wiha got: “Roj roja têkoşînê ye. Roj roja daketina qadan e.”
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mahabat Akin der barê bername û çalakiyên bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêk tê de axivî.
Mahabat Akin da zanîn ku 25’ê Mijdarê bi hêza ku ji xwişkên Mîrabel, Leyla Qasim û Jîna Emînî digirin pêşwazî dikin û wiha dirêjî dayê: “Em di demeke ku ji her demê zêdetir zext tên meşandin de derbas dibin. Em li dijî vê doza ku wê ji her demê xurtir têbikoşin didin. Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in. Em li dijî tundiyê di serhildanê de ne, em ligel hev serhildan, gotin û dengê xwe rêxistin dikin û li qadan e.”
Ya esas berxwedan e
Mabahat Akin wiha dirêjî dayê: “Pergala serdest a mêr li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zextên li ser jinan zêde dike û diaxwaze jinan qir bikin, hepsê malê bikin, qeyûman tayînê şaredariyan dikin û dest didin ser pergala hevserokatiyê. Em ê li dijî vê bi rêxistibûna xwe li qadan li kolanan bin. Em ê bi dirûşmeya ‘berxwedan maf e’ li dijî tundiyê serhildanê mezin bikin. Jin tên qetilkirin lê kujer nayên dîtin. Li Stebonlê Ayşgul û Îkbal, her wiha Narîn û Sila. Nedîtina van kujeran civak rakir ser piyan. Serhildan nayê temirandin. Di vê pêvajoya ku bandorek mezin li ser me bûye em 25’ê Midjarê pêşwazî dikin. Divê li dijî van êrîşan dewlet polîtîka û qanûnan biguhere. Jin li dijî hemû zextan, qetilkirinan wê li qadan bin û têbikoşin. Jiyana azad wê bi jinên azad bê. Civaka azad wê bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan azadiya xwe biqîrin. Jin Jiyan Azadi.”
Bername:
Bi wesîleya 25’ê mijdarê bername û çalakiyên pêk bên wiha ne:
*Ewil wê serdana malan bê kirin.
*Li ber wezareta Xizmetên Malbat û Civakî wê daxuyaniya girseyî bê dayîn.
*Di rojên cuda û li cihên cuda wê belavok bên belavkirin.
Di vê 25’ê mijarê de daxwaz:
*Bi hemû xalan qebûlkirina Peymana Stenbolê.
*Qanûna hejmara 6284'an bi bandor pêk anîn.
*Di qadên civakî, xebat û cemawerî de rakirina astengiyên li pêş jinan.
*Destberdana ji polîtîkayên qeyûman.
*Ji bo wekheviya zayenda civakî pêşxistina polîtîkayê.