Rojnamevan Mizgîn Sonuk hate sirgûnkirin
- 10:07 20 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Rojnamevan Mizgîn Sonuk a di berxwedana li dijî derbeya qeyûm de hate girtin û endama Meclîsa Şaredariyê ya Êlihê Hatîce Taş sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzincanê hatin kirin.
Rojnamevan Mizgîn Sonuk 7’ê Mijdarê piştî di protestoyên li dijî derbeya qeyûm de bi êşkenceyê hate binçavkirin, bi sûcdariya “ji bo astengkirina wezîfeyê li ber xwe da” hate girtin. Mizgîn Sonuk û hevseroka berê ya Bajarokê Awiskê ya girêdayî Qûbinê û endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taşka sirgûnî girtîgehê hatin kirin.
Mizgîn Sonuk û Hatîce Taşka di saetên şevê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzîncanê hatin kirin.