Cîhan Celo: Divê jin xwedî li heqîqeta xwe derkevin

  • 09:13 20 Mijdar 2024
  • Rojane
Cîlan Roj
 
ŞENGAL - Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo, da zanîn ku jinên êzidî hem li dijî dijmin û hem jî li dijî civak û malbatê her di nav têkoşînê de ye got: "Divê her jinek rastiya xwe bizane û xwedî li heqîqeta xwe derkeve. Di serî de jî divê xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derkeve."
 
Di 5'ê Mijdarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma "Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî" kampanyayek bi minasebeta 25'ê Mijdarê da destpêkirin. Kampanya dê heta 25’ê Mijdarê bidome. Di çarcoveya kampanyayê de li gund û bajêr xebatên taybet tên meşandin. Di xebatan de jin bal dikişînin ser xweparastina li dijî tundiyê û girîngiya rêxistinbûnê.
 
Derbarê mijarê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser berxwedan û rêxistinbûna jinan.
 
'Têkoşîn dê her bidome'
 
Cîhan Celo, di destpêka axaftina xwe de têkoşêrên jin bi bîr anî û got: “Bi minasebeta 25’ê Mijdarê hemû jinên berxwedêr, têkoşer, jinên ku li hemberî tundiyê serî rakirine, zilm û zorî qebûl nekirine, bi têkoşînê navê xwe gihandine tevahiya cîhanê û di şexsê heval Sakîne, Zîlan û hevala Bêrîvana biçûk de em hemû şehîdên jin bi bîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Rêya ku ew dane pêşiya me bişopînin. Heta jin xwe bigihînin dîroka xwe ya serdema xwezayî ya ku pêşengtiya rêveberiya civakî dikir, em ê jî di vê rêyê de bimeşin.”
 
'Rewşa jinên Şengalê diyar e'
 
Cîhan Celo, wiha behsa rewşa jinan a Şengalê kir: “Rewşa me ya jinên Şengalê li ber çavên cîhanê ye û diyar e. 10 sal bi ser fermanê re derbas bû. Di şexsê jinan de xwestin tundiyê li civakê bikin û civakê tune bikin. Lê berxwedaniya ku hat kirin a ku li ser xeta Sara, Zîlan û Berîtan hat asta ku navê jinên êzidî  belavî cîhanê bibe. Bû bersiva fermanê. A ku pêşiya fermanê girtiye jinên êzidî bû.”
 
'Jin rewşa borî qebûl nakin'
 
Hevserok Cîhan Celo, da zanîn ku niha jî jinên êzidî bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî zilm li jinan tê kirin. Li Şengalê tundiya li hember jinê ne tenê fîzîkî ye. Zextek nefsî ser heye, di aliyê aborî de jin bi tundiyê re rûbirû dimînin. Her cure tundî li Şengalê li hemberî jinan tê bikaranîn. Di nav malbat û civakê de êriş heye û her wiha li dervê jî êrişê li jinan dikin. Ligel ve jî jin li ber xwe didin. Li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin têdikoşin. Ev jin rewşa borî êdî qebûl nakin. Desthilatdariya ku berê li ser jinan hebû, desthilatdariya civak û derdorê heyî êdî ji hêla jinan ve nayê qebûlkirin."
 
Hêza leşkerî ya jinan...
 
Cîhan Celo diyar kir ku bandora rêxistinên jinan girîng û got: "Rêxistinên me yên jin niha li Şengalê hatine avakirin. Jin, di bin sîwana Meclîsa Jinan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de tên pêşwazîkirin. Her wiha ne tenê kurd û ereb jî di bin vê sîwaneyê de cih digirin. Hêzeke leşkerî hatiye avakirin, di dîroka civaka êzidî de nû ye. Em dikarin bêjin pêşketina jinan a li Şengalê xwe bi rêxistinkirina li ser fikr û felsefeye Rêber Apo ye."
 
Jinên ku nikarin xwe bighînin rêxistinan
 
Cîhan Celo, daxuyand ku hîn jin hene ku nikarin xwe bighînin rêxistinan û xwe bi rêxistin bikin. Cîhan Celo wiha bal kişand ser sedemên negihiştina jinan: "Ev jin hinek rewşên wan ên malbatî hene û malbat nahêlin. Ji ber destavêtina dijmin gelek jin nikarin bên. Ev jin piranî li wargehan dijîn. Ev mirovên ku destê wan di fermana 2014’an de heyî, niha jî ew jinên ku hatine dîlgirtin wan jinan bikar tînin. Ev jin tundî û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Jinên ku niha di nav têkoşîna Şengalê de cih digirin jî gelek caran ji aliyê dijmin ve tên tehdîtkirin."
 
Qehremantî û berxwedaniya jinan
 
Cîhan Celo, destnîşan kir ku di dîrokê de jinên êzidî ne qels in û bi qehremanî û berxwedaniya xwe tên nasîn û wiha nêrînên xwe parve kir: "Ji ber vê yekê tu carî li hemberî siyaseta zilm û zordariyê serî danaynîn. Em dikarin bêjin ku jinên êzidî gihaştiye astekî û zanebûn e. Di aliyê perwerdê, fikr û rêxistinê de xwe pêş xistiye. Ji xwe hîn jin hene ku hêj di bindestiyê de nin û rastiyek wisa heye. Di tevahiya cîhanê jî tiştek wisa heye. Li Şengalê jî jin ji mêran lêdanê dixwin û zextên civakê jî heye ku jiyana berê li jinan tên ferzkirin. Jin li dijî vê yekê jî di nav Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de li ber xwe didin. Li gundan meclîsên me hene. Di hemû gundan de mirovên bi rêxistinî hene. Bi her awayî dikarin xwe bighînin pirsgirêkên xwe bêjin. Lijneyên silhê di meclîs û TAJÊ de hene ku kar û xebat didin meşandin."
 
 
Cudabûna têkoşîna xweser
 
Hevserok Cîhan Celo, da zanîn ku cudabûna têkoşîna jinan heye û wiha minakan da: "Cudabûna têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî heye. Hem li dijî dijmin têdikoşe, hem li hemberî kevneşopiya paşverû ya civakî û hem jî li dijî serdestiya malbatê têdikoşe. Her kes dibîne ku jinên ku di nav TAJÊ de cih digire, an jî di nav rêveberiya xweser de cih digire cudabûneke wê heye. Di nav malê de bi hevjînê xwe re, bi malbata xwe re di hêla fikr û ramanê de danûstandinê dike. Rastiyek heye, beriya 2014’an rewş ne wisa bû. Beriya fikr û ramanê Rêber Apo rewş ne wisa bû, ew yek rastiyek e."
 
'Bi felsefeya Rêber Apo em ê xwe di li Şengalê derkevin'
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo, wiha bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Divê her jinek rastiya xwe bizane û xwedî li heqîqeta xwe derkeve. Di serî de jî divê jin xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derkeve. Doza azadiya Rêber Apo bike û xwedî li serokatiyê derbikeve. Heke rêbertî azad bibe dê jin jî azad bibe û berxwedan dê bighije astek din. Dîrokê de em dibînin ku serokek û tevgerek xwedî li jinan derneketiye, ji bilî Rêber Apo. Rêxistina ku Rêber Apo ava kir û fikrê ku Rêber Apo li pêş xist 50 sal in didome. Ev rêxistinên ku heta niha li ser lingên xwe mayî jin di nav de hene. Ji xwe rêbertî bi xwe jî gotiye jinan dê vê rêxistinê bipareze. Li Şengalê jî heke rêveberiya xweser be, heke axa Şengalê be, ol û baweriya Şengalê bê dê jin parastinê bike. Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwedî li Şengalê û jinên êzidî derkevin. Em nahêlin ku ew civaka kevnar û rastiya jinan winda bibe. Em ê her li dijî zilma, dijmin, civak û malbatê li ber xwe bidin."
 
'Rêya çareseriya pirsgirêkan rêxistinbûn e'
 
Cîhan Celo, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca xwebatên me yên esasî xwedî li derketina jinê ye. Meclîsên me hene û serdana malbatan dikin. Rewşa malbatan dipirsin. Her wiha em rastiya civaka xwe dizanin. Her çend civak ji zextên dijmin re rûbirû dibin jî zextê li jinan dikin. Meclîs û saziyên me rê nîşanî jinan dikin ku parastina xwe bikin. Gelek jinên ku derfetên wan hebin di nav xebatên me de cih digirin û yên ku derfetên wan tunebin jî tevlî kursên me û atoleyeyên me dibin. Her wiha ji ber ku gelek jin hene ku xwendin û nivîsandina wan nîne û em bi rêya deng û sînevîzyan perwerdeyan pêk tînin, rê û rêbazan nîşanî wan jinan didin. Yekane rêya çareseriyê xwe bi rêxistinkirina di bin sîwaneya TAJÊ de ye. Her wiha em bang li jinên ku di wargehan de dijîn dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Li ser axa xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Em dikarin li vir li dijî fermanan derkevin."