Derewa TSK'ê: Avahî ne nexweşxane matba ye

  • 14:21 17 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Artêşa Tirk a dagirker duh saet di 21.00’an de nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê bomberdûman kir. Ji balefiran 3 bombeyan kazanê hatin avêtin û li nexweşxaneyê bi kêmanî 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
 
Êrîşa artêşa tirk a li dijî nexweşxaneya sivîlan ji aliyê ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve jî hate piştrastkirin.
 
Piştî ku gelek saziyên çapemeniyê ev êrîş bi navê ‘deqeya dawîn’ dan, nerazîbûnên li dijî dewleta tirk zêde bûn. Artêşa tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî û dîmenek weşand. Artêşa tirk a dagirker îddîa kir ku ‘Bombekirina nexweşxaneyê ne rast e’ lê bi dîmenên ku wê bi xwe par ve kiriye, xwe derewîn derdixe.
 
Di dîmenan de yên ku artêşa tirk a dagirker belav kiriye, cihê ku wekî nexweşxane hatiye îşaretkirin, avahiya çapxaneyê ya Efrînê ye.
 
Li kêleka çapxaneyê jî nexweşxaneya Avrînê heye (Di wêneyê de îşareta tîrikê tê dîtin). Di dîmenan de tê dîtin ku nexweşxane hatiye bombebarankirin.