Şandeyek ji Şengalê serdana RJAK'ê kir

  • 11:43 19 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê li bajarê Silêmaniyê serdana RJAK’ê kir. Di hevdînê de işaret bi girîngiya xebat û têkoşîna hevbeş hate kirin.
 
Li bajarê Silêmaniyeyê şandeyek Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji nûnerên bawerî, siyasî û îdarî pêk dihat, serdana Rêxistinên Jinan Azadiya Kurdistan (RJAK) kir.
 
Di hevdînê de, şandeya Şengalê bûyerên dawî, guhertin û pêşveçûnên li Şengalê ku bi saya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ve pêk hatine, ji şandeya RJAK’ê re nirxand.
 
Her wiha her du aliyan bal kişandin ser girîngiya xebat û têkoşînê giştî, bi taybetî têkoşîna ji bo azadiya jinê.