Ji bo Rojîn Kabaîş û Narîn Guran park hatin vekirin

  • 14:47 12 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji aliyê Şaredariya Çinarê ve ji bo Narîn Guran parkek hat vekirin û jinan jî li parkê şitil çandin û peyama ku ew ê dozê bişopînin dan. Her wiha ji hêla Şaredariya Farqînê ve jî ji bo Rojîn Kabaîş parkek hat vekirin. 
 
Ji bo Rojîn Kabaîş li navçeya Farqînê û ji bo Narîn Guran jî li navçeya Çinara Amedê park hatin vekirin. Ji bo jiyandina navê wan û bal kişandina ser qetilkirina zarok, ciwan û jinan ev park hatin vekirin. 
 
Çînar
 
Şaredariya Çinarê ya Amedê bi biryara Meclîsa Şaredariyê ji bo bîranîna Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Amedê windabû û dû re cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de di ava çem de hatibû dîtin, Parka Narînê vekir. Ji bo vekirina parkê merasîmek hat lidarxistin û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr Gulşen Ozer, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu tevlî merasîmê bûn. Jinan wêneyên Rojîn Kabaîş, Şîrîn Elmas û Narîn Guran girtin destê xwe û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Di merasîmê de Gulşen Ozer, axivî û bal kişand ser doza Narîn Guran û got: “Dadger wek xizmetê bide hişmendiya mêr pirsan kir. Lê belê em dixwazin Narîn çima û çawa hatiye kuştin bê eşkerekirin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin. 19 rojan di bin avê de ma û xwestin delîlan ji holê rakin. 19 rojan kiryar tevlî xebatê lêgerînan bûn. Em ji bo Narînê îro hatin. Me ji bo wê dar çand lê em Rojîn û Şîrînê jî ji bîr nakin. Em ê şopdarê doza zarokên xwe bin."
 
Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz jî di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha bi lêv kir: "Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên qirêj jin tên qetilkirin û bi şîdetê re rûbirû dîminin. Em ê bi xebatên xwe bersivê bidin. Her wiha em ê her roj şitilan ji bo jin û zarokan dayîn. Dê fikr û ramanên jin û zarokan bi daran dê şîn bibin."
 
Piştî axaftinan şitil hatin çandin û wêneyên Narîn, Rojîn û Şîrînê hatin daliqandin. 
 
Farqîn
 
Bi biryara civîna meclisa şaredariya Farqînê ya Amedê ya meha mijdarê ji bo Rojîn Kabaîş parkek hat vekirin. Rojîn Kabaîş a ku di meha cotmehê de bi awayekî nediyar winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê li qerexê Gola Wanê hat dîtin. 
 
Navê Rojîn Kabaîş bi armanca ku bale bikişînin tundiya li ser jinê ji aliyê endamên meclisê yên jin ve hat pêşniyarkirin û bi erêkirina hemû endamên meclisê bi yekdengî hat erêkirin.