Emîne Şenyaşar piştgirî da nobeda li dijî qeyûman
- 12:46 12 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar ku bi têkoşîna xwe ya edaletê bûbû sembolek, li dijî tayînkirina qeyûm tevli nobeta berxwedanê ya li Xelfetiyê bû.
Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 9’emîn de didome. Welatiyên navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Li cihê nobetê pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hate daliqandin. Dayika Emîne Şenyaşar ku bi têkoşîna xwe ya edaletê bûye sembolek, ji Pirsûsê hate Xelfetiyê û tevli nobetê bû.
Emîne Şenyaşar, di serdanê de axivî û wiha got: “Me ji bo edaletê 7 salan li ber xwe da û gelek zilm li me hate kirin. 7 sal piştre kurê min bi şertê hefsa malê hate berdan. Niha jî ji bo şaredariya me ya hatiye desteserkirina rûdinim. Sûcekî me tune ye. Sûcekî kurdan tune ye. Bila şaredariyên me li me vegerînin. Em ê dev ji vê bernedin. Bila vê zilmê êdî bi dawî bikin. Bes e êdî bila dayik negirîn. Girtîgeh tije bûne, bila girtîgehan vala bikin. Bila aştiyê çêbikin. Me ev şaredarî bi heqê xwe bi dest xistin. Me zilm li tu kesekî nekiriye. Heta şaredariyên me dîsa didin em ê nobetê bidomînin. Ez jî ji bo piştgiriyê hatim.”
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî bi destê Emîne Şenyaşar girt û ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza me edalet e. Bila heqê me bidin me. Tu sûcekî hevşaredarên me nîne. Xwedê vê zilmê dibîne.”
Saniyê Bayram, ji ber serdanê spasiya Emîne Şenyaşar kir û got ku dê heta dawiyê xwedî li îradeya gel derkevin.
Nobeta welatiyan didome.